Li Rihayê wesayîtek wergerîya: kesek mir, 25 kes birîndar in

Li Rihayê wesayîtek wergerîya: kesek mir, 25 kes birîndar in

Li navçeya Rihayê, Sîwerekê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke karkerên çandinîyê dibirin wergerîya, kesek mir û 25 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Li navçeya Rihayê, Sîwerekê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke karkerên çandinîyê dibirin wergerîya, kesek mir û 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyan wesayîta kesê bi navê Remezan T. (19) diajot li ser rêya Sîwerekê wergerîya.

Bi alîkarîya mirovên li derdorê gelek ambulans ji bo cîyê hatin sewk kirin.

Li gorî zanyarîyan di encama bûyerê de 26 kes birîndar bûn.

Kesê bi navê Brahîm Kuçuk (15) li tevî hemû mudaxeleyan nehatîye rizgar kirin û Kuçuk mirîye.

Tê gotin ajokarê hatîye binçav kirin bê ehlîyet e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin