Li Qeladizê kesek di çem de xeniqî

Li Qeladizê kesek di çem de xeniqî

Îro li sînorê bajarokê Qeladizê kesek dema melevanîkirinê de di çem de xeniqî.

A+A-

Berdevkê polîsê Raperînê Şoreş Îsmaîl ragehand: ‘’Îro 09.08.2019ê piştî nîvro demjimêr 15:45ê kesekî navê Ê.H.W yê dayîkbûyê sala 1976, ku bixwe jî polîsê zîrevanê sînor e û rûniştvanê Qeladizê taxa Raperîn e, di rûbar ango çemê Kewyê yê li Pişderê de xeniqî û li gor hevjîna wî bi armanca geştê çûne gundê Kewyê û tenişt avê û çend caran jî daxwaz jê kiriye ku nekeve avê.’’

Herwaha got: ‘’Piştî gehandina termê wî bo nexwaşxaneya giştî ya Qeladizê û termê wî radestî malbata wî hatiye kirin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye vekirin.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin