Li Qazaxistanê piştî ‘Rewşa Awarte’ hikûmet hat hilweşandin

Li Qazaxistanê piştî ‘Rewşa Awarte’ hikûmet hat hilweşandin

.

A+A-

Xwepêşandanên li dijî bihakirina LGPê yên li bajarê Janaozenê yê li rojavayê Qazaxistanê destpê kirin, ji ber ku li seranserî wî welatî belav bû, li Qazaxistanê “rewşa awarte” hat îlankirin. Ligel berdewambûna aloziyan hikûmeta Qazaxistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Askar Mamîn jî îstifa kir.

Bi biryarnameya ku ji aliyê Serokomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev ve hat îmzekirin, bi hinceta “xirabbûna rewşa ewlekariya gel a li bajarê Almatî û herêma Mangistauyê” di navbera 5-19 Çileyê de rewşa awarte hat ragihandin.

Gihîştina Facebook û Telegramê hat astengkirin

Xwepêşandanên bi beşdariya bi hezaran kesan a li Almata berdewam in. Xwepêşandêrên ku polîsan bi bombeyên deng û gaza îsotê mudaxeleyî wan kirin, bi keviran bersiv dan. Gihîştina medyaya civakî yên wekî Facebook û Telegram li wî welatî hat astegkirin.

Xwepêşandanên şofêran a li dijî bilindbûna bihayê LPGê li bajarê Janaozen ê eyaleta Mangistau ku di 2yê Çileyê de dest pê kiribûn, paşê li navenda wê eyaletê jî belav bûn.

Xwepêşandanên piştgiriyê yên ku li bajarên Atirau, Aktobe û Oral ên rojavayê Qazaxistanê ku hemû rezervên neft û gaza xwezayî lê ne, piştî nîvro li deverên din belav bûn û veguherî xwepêşandanên giştî.

Hikûmeta  di bin serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Kazakistanê Yerali Tugjanov de hat avakirin, piştî hevdtîina ligel nûnerîn xwepêşanderan biryar da ku bihayê ji bihaye her lîtreyekê LPGê 50 tenge (0,11 dolar) daxistiye û li ser kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûne dê tu cezayên qanûnî neyê birîn.

Tevî vê yekê jî di xwepêşandan bi dirûşmên siyasî yên rexnekirina sîstema îdarî berdewam dikin û ji bo başkirina rewşa civakî-aborî ya gel pêşniyar hatin kirin.

Serokomar Tokayev di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de ji xwepêşanderan xwest ku guh nedin bangên "mirovên wêranker" ên ku armanca wan "xerakirina aramî û yekitiya welêt" e.

Hikûmet hat hilweşandin

Ji aliyê din ve Hikûmeta Qazaxistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Askar Mamîn jî îstifa kir. Serokomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev danê sibê îstifaya hikûmeta bi serokatiya Serokwezîr Askar Mamin qebûl kir.

Ji 1ê Çileya 2022an pê ve lîtreya LPGê li Qazaxistanê ji 60 tenge bû 120 tenge. Ev rewş bi taybetî li eyaleta Mangistau ya ku ji sedî 90ê wesayitan bi LPGyê tên xebitandin bû sedema nerazîbûna mezin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin