
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
.
Ramî Yûsif Deheş (Ramî Haşîmî) li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê di xwenîşandanekê de derket holê ku piştî şehîdketina şervaneke Kurd keziya wê birîbû
Roja şemiyê hinek çekdar, Erebên hawirde û endamên eşîran li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwenîşandanek kir.
Li gorî dîmen û wêneyên ku ji wê xwenîşandanê hatine belavkirin, Ramî Deheş di rêzên pêş ên xwenîşandanê de cih digire.
Ev ew çekdar e ku piştî şehîdketina şervaneke Kurd keziya wê birîbû û li ber kamerayan bi vê kiryara xwe şanazî kiribû.
Derketina wî çekdarî ya di xwenîşandanê de, li ser medyaya civakî di nav çalakvanên Kurd de bû sedema dilgiraniyeke mezin û bertekên tund.
Di dema êrişa hêzên hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên eşîrên Ereban a li Tebqa û Reqayê de, Ramî Dehîş keziya şervaneke Kurd li ber kamerayan bilind kiribû.
Wî bi wê kiryara xwe şanazî kiribû û heqaret li şervana Kurd kiribû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin