Li Qazaxistanê merasîma vekirina heykelê Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm

Li Qazaxistanê merasîma vekirina heykelê Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm

.

A+A-

Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê BERBANGê Ezîzê Zîyo Bedirxan:

Keda Akadêmîsyan Kinyazê Îbrahîm pir e di karê pêşxistin

û bi her alî pêşketina ne tenê Yekîtîyê, lê herwiha karê

Assamblêya Gelên Qazaxistanê û Zanîngeha Qazaxistanêye Gelêrîyêye

Pêdagogîyê ya ser navê Abay, û bi tevayî bo gulvedana Qazaxistana serbest û serbixwe,

usa jî bi her alî pêşdaçûyîna êtnosa kurdan li welêt û li cihanê.

8ê hezîranê sala 2022an bi girseyî merasîma vekirina heykelê karmendê Qazaxistanêyî zanyarîyê û perwerdehîyê yê emekdar, zanyarê kurd yê di cihanê da navdar, edebîyetzan, zimanzan-rohilatzan, serekê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê BERBANGê (2003-2021) û serekê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan – FNDK (2016-2021), doktorê zimanzanîyê, profêsor, akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv derbaz bû, ku Weqfa ser navê Kinyazê Îbrahîm (FKÎM) bi serokatîya Rafîkê Yaqûb dabû teşkîlkirinê bo salvegera wefata wî.

Heykel li ser mexberê Kinyazê Îbrahîm, li gundê Muhemedcana Tûymêbayêvayê li navçeya Îlyîskê, herêma Almatîyê hatîye danînê. Bilindahîya heykel bi hîmê wî va weke 4 mêtran e. Rêvebirîya merasîmê serekê FKÎMê Letîfê Hemze Aydarov kir.

Di merasîmaa vekirinê da ev kesana amade bûn: serekê Yekîtîya BERBANGê ya kurdên Qazaxistanê, endamê Şêwra Assamblêya Gelên Qazaxistanê Ezîzê Zîyo Alîyêv (Ezîzê Zîyo Bedirxan), parlamenterê Meclîsa Komara Qazaxistanê, endamê Şêwra Assamblêya Gelên Qazaxistanê Wekîlê Huseyn Nabîyêv, serekê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan Şêx Remezanê Memed Seîdov, serwêrê Katibtîya Assamblêya Gelên Qazaxistanê ya bajarê Almatîyê Balgîmbayêv Nazar Albanovîç, cîgirê pêşin yê Yekîtîya BERBANGê Ezîmê Şemo Abdûllayêv, prorêktorê Zanîngeha Pêdagogîyê ya Qazaxistanê ya ser navê Abay, profêsor Bêktêmêsov Maktagalî Abdîmacîtovîç, cîgirên Yekîtîyê Wezîrê Kinyaz Mîrzoyêv, Îbrahîmê Filît Memedov, serekê FKÎMê Rafîkê Yaqûb Mîrzoyêv, serekê Yekîtîya rêxistinên yûnanî yên Qazaxistanê “Fîlîya” Îordanîdî Gêorgîy Konstantînovîç, cîgirê serekê Navnenda tirkan ya êtno-çandî “Axiska” Asîyêv Şahîsmaîl Ahmêdovîç, helbestvanê kurd yê navdar Sadîyê Ûsivê Balo, Şêx Hesen Seîdov, yê ku telqîna bona ruhê mirîyan xwend.

Herwiha ev kes jî tevî merasîmê bûn: endamên serwêrtîya Yekîtîya BERBANGê ya kurdên Qazaxistanê Memê Alanê Huseyn Suleymaanov, Mexsûdê Qasim Tahîrov, Sertîfê Îsmaîl Alîyêv, Barzanîyê Huseyn Nabîyêv, Mûradê Fûreddîn Şamîlov, Tiharê Kemal Sûlêymanov, Hemzeyê Bedir Heyderov, Barzanîyê Xudavêrdî Mîrzoyêv, karmendên aktîv yên Fonda Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv û Federasyona Navnetewî ya Dîyasporayên Kurdan, endam û aktîvîstên Assamblêya Gelên Qazaxistanê û “Assamblêya Jastarî”, serokên Yekîtîyên êtno-çandî yên bajaran û komarê yên Assamblêya Gelên Qazaxistanê, serwêrên fîlîal, komîtê û parên Yekîtîyê, nûnerên organ û serwêrtîyan, rêxistinên civakî, karmendên zanyarî û mamostayên Dayîreyên xwendina bilind, ulmdar, nûnerên çapemenîyê û ragihandinê, karmendên navdar yên dîyasporaya kurdan ya hemcihanê, herwiha kurdên Qazaxistanê, Asîya Navbendî û hilbet, heval, hogir, merivên Kinyazê Îbrahîm ji bajar û warên cuda.

Mêvanên merasîmê yên taybet bûn dengbêjên kurdan yên navdar Derwêş Serhadî û Serhad Carnewa, nivîskar û endamên Navenda kurdan ya Yekîtîya nivîskaran a navnetewî PENê Salihê Kevirbirî û Barîyê Mehmûd, merivên profêsor Kinyazê Îbrahîm ji Îranê – Fetullah, Ferzende û Muhemed Qizilbaşên bira, endamên Serwêrtîya FNDK Barzanî Nebîyêv ji Sankt-Pêtêrbûrgê.

Dengbêj Dewrêşê Serhadî di destpêkê û dawîyê da gorî edetên şînê sitiranên nivatinê gotin.

Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê BERBANGê Ezîzê Zîyo Bedirxan di axaftina xwe da keda Akadêmîsyan Kinyazê Îbrahîm bilind nirxand, wek teşkîldarê bêhempa di karê pêşxistin û bi her alî pêşketina ne tenê Yekîtîyê, lê herwiha karê Assamblêya Gelên Qazaxistanê û Zanîngeha Qazaxistanêye Gelêrîyêye Pêdagogîyê ya ser navê Abay, û bi tevayî bo gulvedana Qazaxistana serbest û serbixwe, usa jî bi her alî pêşdaçûyîna êtnosa kurdan li welêt û li cihanê.

Piştî merasîmê mêvan gazî ser sifira xêrê kirin, li wir kesên amadekar bîranînên xwe yên ji dil derheqa Kinyazê Îbrahîm da gotin, di nav wan da hevserokê Yekîtîya Çeçen û Îngûşên Qazaxistanê ”Vaynax”, endamê Şêwra Assamblêya Gelên Qazaxistanê Ahmed Seydarahmanovîç Mûradov, sedirê Navenda Osêtîna ya çandî-perwerdehîyê ”Îrnîxas” Kazbêk Vladîmîrovîç Mamsûrov, ewledên Akadêmîsyan Nadirê Kerem Nadirov – Barî û Dmîtrîy û gelekên din.

Çavkanî: Malpera fermî ya Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê BERBANGê.

Riataza

l-011.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin