Li Parîsê 25emîn Salvegera Șehîdbûna Ahmet Karlı

Li Parîsê 25emîn Salvegera Șehîdbûna Ahmet Karlı

Rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Ahmet KARLI 25 sal berê, di 7ê sibata 1994an da çûbû ser dilivonîya xwe.

A+A-

Av. Ahmet KARLI yek ji kadroyên rêxistina KIPê bû, ku ji ber sebeben sîyasî welatê xwe terk kiribû û li Parîsê bi cîh bûbû. Ahmet KARLI di 1943yan de li bajarê Sêwregê hatibû dinyaye û li Parîsê di 07.02.1994an de çûbû ser dilivonîya xwe.

Gora wî li Parîsê, li goristana "Père Lachaise"ê ye.

Ji bo bîranîna wî malbata wî û çend hevalên wî, roja yeksemê (10.02.2019) çûn serdana wî û tacegûlîneyek danin ser gora wî.

Dost û hevalen wî qala têkoşîna wî û kesayetiya wî kirin û rojên çûyî bi bîr anîn. Piştî yek deqe rawestana ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan û danîna kulîlkan kom bela bû.

Rûpela Nû/ Parîs

ahmet-karli1.jpegahmet-karli2.jpegahmet-karli4.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin