Li Minbicê 4 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin

Li Minbicê 4 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin

.

A+A-

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin, li eniya bakur-rojhilatê Minbicê hewldanên çekdarên dewleta Tirkiyê têk birine û 4 çekdar kuştine.

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê, do sibehê êrîşî bakur-rojhilatê Minbicê kirin û xwestin gundê Hoşyeriyê û Taxarê dagir bikin, lê rastî bersivek tund a ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşê de daxuyanî da û anî ziman: ‘‘Çekdaran, saetên sibehê hewl dan derbasî xalên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Toxar ê bakurê rojhilatê Minbicê bibin, lê şervanên meclîsê bersiv dan û şerekî dijwar qewimî.”

Navendê diyar kir, di encama şer de 4 çekdar hatin kuştin û yên din jî reviyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin