Li Mêrdînê teqîn

Li Mêrdînê teqîn

Li parêzgeha Mêrdin a Bakurê Kurdistanê bombeyek li ser rêya leşkerên Tirkiyê teqiya û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

A+A-

Li parêzgeha Mêrdin a Bakurê Kurdistanê bombeyek li ser rêya leşkerên Tirkiyê teqiya û di encamê de 3 leşkerî birîndar bûn.

 

Îro li navçeya Nisêbîn a ser bi Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ve, bombeyek bi hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve teqiya û li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûne.

 

Leşkerên birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê hatin veguhastin.

 

Hatiye ragihandin, ji ber dijwarbûna birîna leşkerekî birîndar, ew leşker bi rêya helîkopterê bo nexweşxaneyeke Amedê hate veguhastin.

 

Medyaya Tirkiyê ragihandiye, PKKê ew bombe li ser rêya leşkeran daniye, lê belê PKKê ew yek piştrast nekiriye û hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

 

Piştî teqînê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li cihê teqînê û derdora wê operasyon dane destpêkirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin