Li Mêrdînê nexweşxaneyan cih nemaye

Li Mêrdînê nexweşxaneyan cih nemaye

Li bajarê Mêrdînê ku li ser Bakurê Kurdistanê ye ji ber vîrûsa coronayê li nexweşxaneyan cih nemaye.

A+A-

Li Mêrdînê nexweşên bi vîrûsa coronayê ketine zêde dibin û xebatkarên tenduristîye ji ber vê yêkê nîgeran in.

Li gor daxuyanîya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Mêrdînê li bajêr hejmara nexweşên Covîd-19’ê nêzî 5 hezarî ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 200 xebatkarên tenduristiyê bi nexweşiyê ketine, nexweşxane û wargeh bi nexweşan tije bûne, nexweş sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê tên kirin û rojê tenê 140 tes tên kirin.

Tê gotin nexweşên vîrûsa koronayê herî zêde li Qoserê ye.

Li gorî nêrînan wê cejna qurbanê hejmara nexweşan zêdetir bibe û binesazîya tenduristîyê vê rewşê ranake.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin