Li Londonê Kurdek bû serokê şaredarîyê

Li Londonê Kurdek bû serokê şaredarîyê

Li Londona patexta Brîtanyayê, kurdekî Bakûrî yê bi navê Brahîm Doguş, bû Serokê Şaredariya navçeya Lambeth a Londonê.

A+A-

Îbrahîm Doguşê ku ji Partîya Karkeran kete hilbijartinê û biser ket û bû serokê şaredarîya Lambehtê got "Cara yekem Kurdek dibe Serokê Şaredariya Lambeth, lê ji bo pêşketina doza gelê Kurd li Brîtanyayê, ev yek gelekî girîng e û em Kurd dixwazin di nava Brîtanyayê de cihekî baş bigirin."

Got jî: “Ez ji zêdetir 20 salan di nava Partiya Karkeran de xebat dikim, Partiya Karkeran partiya duyemîn a Birîtanayê yê û dostê Kurdan. Kurdên Brîtanyayê bi piranî piştgîriyê didin Partiya Karkeran. Îro Şaredariya Lambeth di bin kontrola Partiya Karkeran de ye.”

Ibrahîm Doguş sala bûrî û di dema êrîşa teroristî ya li pira Westminsterê ya li Londonê de dikana xwe ji efserên polîsan re vekirî hîştibû û xelatek ji ber wêrekî û hevkariya wî bi efserên polîsan re wergirt.

(Kurdistan24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin