Li Kobanê ciwanekî 4 kes ji malbata xwe kuştin

Li Kobanê ciwanekî 4 kes ji malbata xwe kuştin

Li gundekî Kobanî welatiyekî 4 kes ji malbata xwe kuştin û piştre xwe jî kuşt.

A+A-

Li gundê Xizênê yê ser bi Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ve ciwanekî  22 salî yê bi navê Mehmûd Îsmaîl Şêxo, 4 kes ji malbata xwe kuştin û paşê dawî li jiyana xwe anî.

Çavkaniyên taybet ji gundê Xizêne ragihand, ku wî xortî bi kileşnîkofê dayika xwe ya 60 salî, 2 xwîşkên xwe yek ji wan 40 salî û keçeke xwîşka xwe ya 5 mehî kuştin û 2 zarokên din jî birîndar kirin ku temenê wan 7-8 sal in.

 

Her 5 kes li goristana wî gundî hatin veşartin û 2 zarokên birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Kesê kujer ew 5 roj bûn ku leşkeriya erkê xweparastinê xilas kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin