Li Kifrîyê 26 zarokên cêwî di dibistanekê de dixwînin

Li Kifrîyê 26 zarokên cêwî di dibistanekê de dixwînin

Li dibistaneke bajarokê Kifrîyê li Germîyanê 26 zarokên cêwî hene û beşek ji wan weke hev, beşek ji wan jî ne weke hev in. Mamosteyên wê dibistanê jî bi vê rewşê kêfxweş in ku navê dibistana wan bi saya van cêwîyan belav bûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Enes û Yûsif cêwî ne û biçûkên malê ne. Ew 6 salî ne û kêm kes dikarin wan ji hev cuda bikin. Ew bi xwe jî dema li wêneyên xwe dinêrin hev dernaxînin.

Dayika wan cêwîyan dibêje, “Mirov nikare wan ji hev cuda bike, karê me gelek dijwar e. Carna ez yekê dibim bo razandinê lê ez lê dinêrim ew ê ku min digot qey min razandîye, hişyar e. Bi vî awayî lênêrîna wan hinekê  dijwar e. Eger hûn bo kesekî tiştekî bikin, divê hûn bo yê din jî bikin, eger na nabe. Ez wan ji tebîeta wan û patika wan nas dikim, eger na tevlîhev dikim û nikarim ji hev cuda bikim.”

Yek ji wan cêwîyên xwendekar ê bi navê Necmeddîn Fayiq jî cudahîya xwe ya li gel xwîşka xwe wiha vedibêje, “Cudahîya di  navbera min û xîşka min Deşnîyê de bîrkarî ye ku ez ji wê zîrektir im. Ti cudahîyeke me a din nîne. Ew di warê bîrkarîyê de hinekê lawaz e.”

Herwiha cêwîyeke din a bi navê Şara Dilşad jî dibêje, “Xwîşka min piçekî ji min qelewtir e û ez piçekê ji wê spîtir im. Jibilî van ti cudahîyek di navbera me de nîne.”

Xwendekarekî din ê bi navê Elend Ebbas jî dibêje, “Dayika me, me ji destên me nas dike. Ji ber ku ez bi destê çapê dinivîsîm û ew jî bi destê rastê.”

Evîn Muhammed ku cêwîyê wê jî heye dibêje, “Ew futbolê dilîze, ez nikarim bilîzim. Ew PUBG dilîze, ez nizanim û nikarim bilîzim û fêr bibim.”

Helwesta wan cêwîyên li vê dibistanê bûye mijara sohbetê di navbera mamosteyan de, lêbelê ji wê yekê jî kêfxweş in ku dibistana wan bi saya wan cêwîyan navê wê belav bûye.

Mamosteya bi navê Peyam Osman dibêje, “Yek ji wan ji pirsî bê ka gelo dê kengî televîzyon bo dîmengirtinê bê. Min jî got, ‘demjimêr 10.00’. Piştî çendekê yê din hat heman pirs pirsî û min jî jê re got, ‘ma min ji te re negot demjimêr 10.00an dê bên’. Wî jî got, “Mamoste ew ne ez bûm, birayê min bû.”

Seywan Elî ku ew jî mamoste ye li wê dibistanê dibêje, “Bi rastî jî rewşeke xweş û taybet e. 13 cêwî ango 26 xwendekarên me hene. Taybetmendîyên wan jî cuda ne û peywendîyên wan li gel mamosteyan jî gelek nêzîk in.”

Yek li ser sê ji wan cêwîyan weke hev in û du li ser sê ji wan cêwîyên li vê dibistanê ne weke hev in, cêwîyên weke hev ji yek hêkê çêbûne û piştre bi derbasbûna dem re dibin du zarokên cîyawaz ku weke hev in. Lêbelê ew cêwîyên ne weke hev ji du hêkên cuda çêdibin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin