Li Kêlaşînê kolberekî din hat kuştin

Li Kêlaşînê kolberekî din hat kuştin

Li devera Şino ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

A+A-

Li devera Şino ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, duh danê sibê pasdarên Îranê li zozana Kêlaşîn ya bajarê Şino, ku nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye, komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Mihemed Xemîzade (32 salî) hat kuştin.

Mihemed Xemîzade xelkê bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin