Li Kanadayê êrîşên bi kêran: 10 kuştî, 15 birîndar

Li Kanadayê êrîşên bi kêran: 10 kuştî, 15 birîndar

.

A+A-

 Li eyaleta Saskatchewan a Kanadayê di êrîşên bi kêran de herî kêm 10 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku 2 gumanbar reviyane.

Di daxuyaniya li ser medyaya civakî ya ku ji aliyê Polîsê Siwarî yê Şahaniya Kanadayê (RCMP) ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku Damien Sanderson ê 31 salî û Myles Sanderson ê 30 salî ku tê texmînkirin birayên hev in, li 13 cihan roja Yekşemê ji herêma James Smith Cree Nation û bajarê Weldon dest bi êrîşa kêran kirine.

Berdevka RCMP a Saskatchewanê Rhonda Blackmore di civîna çapemeniyê ya li Regina ya paytexta eyaletê de got, “Li gorî ku hatiye diyarkirin di êrîşan de 10 kes mirin. 15 kes jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyan. Dibe ku hin kesên birîndar bûne û bi derfetên xwe çûne nexweşxaneyê. Tişta ku îro li eyaleta me qewimî tirsnak e. Ez ê eşkere bibêjim, em hîn jî li du gumanbaran digerin. Em ji şêniyên Saskatchewan û eyaletên cîran dixwazin ku hişyar bin.”

Şahidan diyar kirin ku li James Smith Cree Nation bi helîkopterên ambulansî 3 caran xelk birin nexweşxaneyan.

RCMP û hêzên polîs ên herêmê ji raya giştî xwestin ku hişyar bin û heta ku hewce nebe dernekevin derve. RCMP dibêje, "Ji cihên ewle dernekevin. Dema ku kesên din têkevin mala we baldar bin. Xwe nêzî kesên bi guman nebin. Heke hûn ajotinê dikin, li ser rêyan xelkê ranekin.”

Di parvekirinên medyaya civakî yên RCMP de, hat gotin ku ji bo gumanbar bên dîtin "hişyariya kesên xeternak" hat dayîn û "Ji ber ku gumanbar firar in, me daxwaz kir ku banga hişyariyê heta parêzgehên Manitoba û Albertayê jî were dirêjkirin."

Hat ragihandin ku her du gumanbarên 30 û 31 salî, piştî êrîşan bi otomobîlê reviyane û paşê li bajarê Regia yê 320 kîlometre li başûrê James Smith Cree Nation û gundê Weldon di otomobîleke reş a Nissan Rouge de hatine dîtin.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku hin ji wan bi qestî hatine hedefgirtin û hin jî bi tesadufî bûne hedef û diyar kirin ku heta niha sedema êrîşan nayê zanîn. Nûnerên civaka xwecihî di daxuyaniyeke hevpar de ragihandin ku bi îhtimaleke mezin ev êrîş girêdayî madeyên hişbir e. Federasyona Neteweyên Xwecihî yên Serwer ku nûnertiya 74 civakên xwecihî yên li Saskatchewanê dike got, "Em wêranbûneke wisa dijîn dema ku madeyên hişbir ên neqanûnî dikeve civakên me."

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ev êrîş wekî "hovane û dilhezîn" bi nav kir.

Li James Cree ya ku êrîş lê hatine kirin, bajarekî ku 3 hezar û 400 kesên xwecihî lê dijîn. Debara xelkê bi giranî çandinî, nêçîrvanî û masîgirî ye. Weldon jî gundek e ku nifûsa wê 200 kes e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin