Li Iraqê hilbijartina pêşwext hate ragihandin

Li Iraqê hilbijartina pêşwext hate ragihandin

Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê dema encamdana hilbijartina pêşwext ragihand.

A+A-

Li gor medyayên Iraqî, Kazimî dûpat kirîye ku li 6ê hezîrana sala 2021an hilbijartina pêşwext li Iraqê tê encamdan.

Kazimî daxwazê ji hemû xelkê Iraqê kir ku hevkarîya vê proseyê bin û bi vê hilbijartinê guhertineke baş li welat da bikin û got “hemû hêz û alîyên rikaber bi şêweyekî yeksan biparêzin bo encamdana bangeşeya hilbijartinê ku karîgerîya hêzên çekdar bi ser de nebe û îradeya gel neyê sextekirin.”

Bi vê bîryarê ji Neteweyên Yekbûyî piştgirîya xwe nîşan dan. Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres û Nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert piştgirî dan vê bîryara Kazimî. Jeanine Hennis-Plasschaert got, “hilbijartinên pêşwext daxwazeke sereke ya xelkê ye ji bo gihiştina bi seqamgirîyeke zêdetir û demokrasîyeke pêşkeftî li Iraqê cîbicî dike.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin