Li Îranê ji ber şewba berazan 19 kes mirine

Li Îranê ji ber şewba berazan 19 kes mirine

Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê Elî Riza Reîsî dîyar kirîye ku li welêt 19 kes di nav hefteya dawîn da ji ber vîrusa H1N1yê (şewba berazan) mirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê Elî Riza Reîsî dîyar kirîye ku li welêt 19 kes di nav hefteya dawîn da ji ber vîrusa H1N1yê (şewba berazan) mirine.

Reîsî ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) axivî û wiha got, "Di nav hefteyeke dawîn da di 273 kesan da vîrusa H1N1ê hat tesbîtkirin û li nexweşxaneyan tên tedawîkirin, lê 19 kes ji wan mirine."

Reîsî bal kişand ku li gor par, îsal zêdetir kes bi şewba berazê ketin û ev şewb herî zêde li eyaletên Gulistan, Mazendaran, Kehgulîye-Buyer Ehmed, Kîrman û Ehwazê hat dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin