Li Hîndistan Hejmara Pêketinên Korona ji 5 Mîlyonan Derbaz Kir

Li Hîndistan Hejmara Pêketinên Korona ji 5 Mîlyonan Derbaz Kir

Wezareta Saxlemîya Hîndistanê îro Sêşemê 83.000 bûyerên nû yên pêketinên vîrusa korona ragihand.

A+A-

Wezaretê dazanîn ku hejmera giştî ya wî welatî giheşt nêzîkê 5.020.359 mîlyonan, ku nêzîkê % 0.35 ji mirovan ya welatê bi 1.4 mîlyar nifûsê bi vîrusê ketine.

Rêjeya herî bilind ya rojane bi 97.570 pêketinan di 11'ê Îlonê de hat tomar kirin.

Lê karbidestan tedbîr û qedexeyên cara dudya ya giştî ranegihandin jiber ku rêjeya başbûnê ji% 78 zêdetir bûye.

Li gor pêzanînên Zanîngeha Johns Hopkins, rêjeya kuştinên jiber vîrusê ya Hîndistanê % 1,6 ye, ku ev rêje ji % 3 ya Amerîka û Brezîlya pir kêmtir e.

Piranîya mirinên Hîndistanê li bajarên wê yên mezin - Mumbai, Delhi, Bengaluru, Chennai û Pune tê tespît kirin. Lê, navendên bajarkî yên piçûktir yên wekî Nagpur an Jalgaon yên li eyaleta Mahrashtra jî pirtirî 1000 mirin ragihandine.

Wezîrê Saxlemîyê Rajesh Bhushan roja Sêşemê dîyar kir li Hîndistanê tenê % 6 ê pêketîyên vîrusa korona girêdayê oksîjenê ne, % 0.31 girêdayê alavên bêhn vedanê ne, % 2.17 li beşên lênerîna giran bi oksîjen û % 3.69 li ser nivînên oksîjenê ne.

Li Hîndistanê, piranîya pêketinên nû yên vîrusa korona bi zêdeyî 1 mîlyon bûyeran li eyaleta Maharashtra, û dû re li eyaletên Andhra Pradesh, Tamil Nadu, Karnataka û Uttar Pradesh hatine tespît kirin. Ev eyaletana ji % 60 bûyerên vîrusa korona tomar dikin.

Herwiha Wezareta Saxlemîya Hîndistanê got ku heya niha tevî 46 doktoran, 155 xebatkarên tenduristîyê, bi sedema COVID-19 jîyanên xwe hinda kirine.

Çavkanîyên Saxlemîyê yên kêmû lawaz yên Hîndistanê li seranserê welat bi rengekî berbiçav tê dîtin. jiber vê yekê jî pisporên saxlemîyê bi fîkarın ku şayana nexweşxaneyan qîm neke.

Niha, nêzîkî 600 mîlyon kes ku li heremên gundewarî dijîn û vîrusa korona li seranserê Hindistanê pir zû belav dibe, bi sedema sîstema saxlemîyê ya lawaz rû bi rûyê xeterîyane.

Li Hîndistan ku welatê duyan ya herî qelebalix yê cîhanê ye, tenê di vê mehê de ji 1 mîlyonî zêdetir bûyerên nû yên COVID-19 tomar kir.

Tê gotin ku dê rewşa Hîndistan di nav çend hefteyan de ji Amerîka ku li wî welatî zêdetirî 6.6 mîlyon pêketî hene derbaz bike û bibe welatê ku jiber pandemîyê heri pir hatiye bandor kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin