Li Hewlêrê Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir

Li Hewlêrê Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir

.

A+A-

Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî di merasîmekê de li Hewlêrê bi serpereştiya Serokê Usqufa Hindistanê, Birîkarê Patriyarkê Giştî, hemû metran, usquf û endamên civata Dêra Rojhilat a Aşûrî û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, dest bi kar kir.

Li Dêra Mar Yohenna Memdan a li Enkawaya Hewlêrê îro demjimêr 09.00 merasîmeke taybet hat sazkirin û 122yemîn patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Herêmê bo Pêkhateyan Aydin Merûf û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di merasîmê de beşdar bûn.

Destbikarkirina Mar Awa wek patriyarkê nû yê Kenîseya Mar Yohenna, piştî wê tê ku civata pîroz a Dêra Rojhilat a Aşûrî bi serpereştiya Mar Milîs Ziya, Metranê Awistralya, Zelanda Nû û Lubnanê, civîneke du rojî bo hilbijartina patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat li Enkawaya Hewlêrê saz kirin.

Wê demê hatibû ragihandin ku civîna wê civatê bi beşdariya piraniya usqufên ser bi dêrê ve bûye û bo du rojan  berdewam kiriye û Mar Awa wek patriyarlê 122emîn ê Dêra Rojhilat a Aşûrî hatiye destnîşankirin.

Mar Awa Royel ku 04/07/1974an wek zarokê dayik û bavekî Aşûrî jidayîk bû, berî niha, patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî bû li California.

Mar Awa kesayetekî nerm e û dîplomasî heye û girîngiyê bi aştî û pêkvejiyanê dide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin