Li Hewlêrê bazarek şewitî

Li Hewlêrê bazarek şewitî

.

A+A-

Li bajarê Hewlêrê vê sibê agir bi bazarekê ket û heta niha sedema şewatê nayê zanîn. 

Li bajarê Hewlêrê vê sibê agir bi bazarekê ket û heta niha sedema şewatê nayê zanîn. Bazara bi navê Hewlêr Mall yek ji wan bazaran e ku zêdetirî 15 sal e hatiye vekirin û sê qatî ye.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê Serkewt Kareş ragihand; saet pêncê vê sibê, bazarek şewitî, di 45 xulekan de agir hat temirandin, gelek zirar gihiştin dikanan.

Serkewt Kareş diyar kir: “Destpêkê agir bi pênc dikanan ketiye, piştre agir ber bi dikanên din veguhestiye, ku piraniya wan cil û berg û alavên ciwankariyê yên jinan difiroşin.”

Serokê Encûmena Dikanên Hewlêr Mall ji K24ê re diyar kir ku gelek zirar gihiştiye 50 dikanan û destnîşan kir ku sedema sereke ya şewatê, tunebûna sîstema vemirandina şewatê ye û got: “Berevaniya Sivîl çendîn car xwediyê bazarê agahdar kiriye ku divê sîstema vemirandina şewatê li nav bazarê were danîn. Ji 150 dikanan, 50 dikan bi temamî şewitîn, dikanên din jî gelek zirar dîtine.”

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin