Li Hewlêrê 12 kes di lehiya îro de canê xwe ji dest dane

Li Hewlêrê 12 kes di lehiya îro de canê xwe ji dest dane

.

A+A-

Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd zanyariyên herî nû derbarê zirarên canî yên lehiya îro ya Hewlêrê de aşkere kir û ragihand, heta niha bi sedema lehiyê 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Nebez Ebulhemîd, Qaymeqamê Hewlêrê îro beşdarî bultena 13:00an a Rûdaw TV bû û ragihand, di nava qurbaniyên lehiya îro de kesên biyanî jî hene ku yek jui wan xelkê Tirkiyê û kesek jî xelkê Fîlîpînê ye.

Nasnameya wî kesê xelkê Tirkiyê hêj nehatiye diyarkirin û nehatiye aşkerekirin ku xelkê kîjan bajarî û temenê wî çi qas e.

Îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji ber barîna baraneke zêde lehî rabû û bû sedema zirareke mezin a canî û maddî.

Parêzgarê Hewlêrê di demjimêrên serê sibehî de ji Rûdawê re ragihandibû, li gor zanyariyên gihîştine wan heta demjimêr 8:00 sibehî 7 kesan ji ber lehiyê û kesekî jî bi sedema birûskê jiyana xwe ji dest daye, lê tekez kiribû ku hêj hejmareke dirist li ber dest nîne.

Rêveberê nahyeya Qoştepe jî ji Rûdawê re ragihand, bi sedema lehiyê zirar gihîştiye 200 otomobîl, 100 mal û 60 dikanan. Bi gotina Rêveberê nahyeya Qoştepe, li vê nahyeyê 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rêveberê Keşnasiya Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm jî îro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, li navenda bajarê Hewlêrê nêzî 59.2 mîlîmetre baran bariye, herwiha li sînorê nahyeya Şemamik zêdeyî 72 mm û li Pîrmamê jî 83 mm baran bariye.

 

Li gor zanyariyên ji Qaymeqamê Hewlêrê hatine bidest xistin, navên qurbaniyan wiha ne:

- Cewahîr Xalîd, 16 salî, Ereb

- Bîrhat Emîn, Kurdê Êzidî

- Mesud Buldiz, welatiyê Tirkiyê

- ehmed yasîn, 35 salî, Ereb

- Xedîce Husên Resûl, 80 salî, Kurd

- Remziye Kerîm, 40 salî, kurd

- Amîne Kerîm, 53 salî, kurd

- Resûl Cume, 27 salî, kurd

- Umêd Mamend 23 salî, kurd

- Daner Nebez 10 mehî, kurd

- Jin û zilamekî Ereb ku nasnameya wan nehatiye zanîn

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin