Li Heskîfê kêlên gorên dîrokî bi awayekî sê goşe hatine çêkirin

Li Heskîfê kêlên gorên dîrokî bi awayekî sê goşe hatine çêkirin

.

A+A-

Li navçeya Heskîfê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ku dîroka wê vedigere 12 hezar sal berî niha, arkeolog û şûnwarnas li ser karê xwe yê kolandin û pişkinînê berdewam in.

Ji meha Hezîrana îsal ve tîmekî ku ji dîroknas, arkeolog, antropolog û stajerên Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê pêk tên, li şûnwarekî dîrokî yê vê navçeyê dest bi karkirinê kirine.

Serokê Tîma Kolandinê ya Heskîfê Doç. Dr. Zekai Erdal dibêje: “Li wê navçeya em dikolin, lêkolîn li ser dîwarê koşka mezin hatiye kirin. Di wê çarçoveyê de, li wê navçeya ku dikeve beşê rojhilatê dîwarê koşka mezin di goristanên salên 1820an de ku nêzîktirîn dema dîrokî ye, me bi kurî dest bi karê kolandinê kiriye û hewl tên dayîn hebûna dîwar û bermayên wî bi tevahî derbikevin.”

Li Heskîfê ku yek ji kevintirîn navçeya niştecihbûna mirov tê hesabkirin, kêlên goran bi awayekî sê goşe hatine çêkirin. Li gor arkeologan, ew corê kêlan taybet bûn bi xelkê Heskîfê û li şûnwarên din ên dîrokî yên navçeyê nimûneyên wiha nehatine dîtin.

Doç. Dr. Zekai Erdal herwiha dibêje: “Niha bi liberçav girtina wan karên tên kirin û datayên zanistî, derbarê kelha Heskîfê de, derketiye ku ji serdema Împaratoriya Roma ve û heta roja me ya îro berdewam e. Ji niha ve em nikarin bibêjin berî Romayê şûnwar lê nebûne. Li nêzîkê vê derê şûnwarekî 12 hezar salî heye, li vir jî eger berdewamiya wê jî nebe, dibe şûnwarên serdema Aşûriyan û berî Aşûriyan bên dîtin. Kêlên gorên vê derê sê goşe ne. Di wan lêkolînan de ku me kirine, li navçeyên derdora Heskîfê, li şûnwarên dîrokî û goristanên Xelat, Bedlîs, Sîlvan, Diyarbekir û Sêrtê ku navçeyên dîrokî ne, nimûneya goristanên bi wî awayî nîne.”

Bajarê dîrokî yê Heskîfê, di çarçoveya çêkirina Bendava Ilisu de ket bin avê ku yek ji mezintirîn projeya berhemanîna elektrîkê ye li Tirkiyê û li ser şaxê mezin ê Çemê Dîcleyê li Êlihê hatiye çêkirin.

Piştî veguhestina hinek şûnwarên Heskîfê, roja 17.07.2019an dest bi komkirina ava nav bendavê hat kirin û 199 gundên Bakurê Kurdistanê di bin avê de man û nêzîka 80ê hezar kesan bo cihên din hatin veguhestin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin