Li herêma Kurdistanê COV-19: 11 kes mirin

Li herêma Kurdistanê COV-19: 11 kes mirin

Wezareta tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyanîyekî ragehand, di 24 demjimêrên borî de 324 kesên din li herêma Kurdistanê bi vîrusa korona ketine û 11 pêketîyên vîrusa koronayê jî jîyana xwe ji dest dane.

A+A-

Li gor daxuyanîya wezareta tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê, 324 kesên din bi vîrusa korona ketine û ji wan 137 kes li Hewlêrê, 135 kes li Silêmanîyê, 37 kes li Germîyanê û 15 kes jî li Duhokê bi vîrusa koronayê ketine.

Herwaha hat ragehandin 97 kes jî baş bûne û ji wan jî 84 kes li Hewlêrê, 9 kes li Duhokê û 4 kes jî li Helebçê ji vîrusa korona xilas bûne.

Herwaha di 24 demjimêrên borî de 11 kesan jîyana xwe ji dest dane û 6 kes li Hewlêrê û 5 kesan jî li Silêmanîyê jîyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin