Li girtîgehê du girtiyên siyasî yên Kurd canê xwe ji dest dan

Li girtîgehê du girtiyên siyasî yên Kurd canê xwe ji dest dan

.

A+A-

 Her du girtiyên Kurd ên nexweşên giran Halîl Guneş û Abdurrazak Suyur canê xwe ji dest dan.

Girtiyê Kurd ê siyasî Halîl Guneş ku 29 sal in di girtîgehê de bû, li Girtîgeha Amedê ji ber nexweşiya pençeşêrê canê xwe ji dest da. Guneş, 2ê Çileya 1993an di 23 saliya xwe de hatibû girtin û tevî nexweşiya wî ya giran daxwaza azadkirina wî nedihat qebûlkirin. Guneş di 29 salan de bo 15 girtîgehan hat sirgûnkirin.

Girtiyê Kurd Abdurrazak Suyur jî li Girtîgeha Îzmîrê ya Aliaga Şakranê canê xwe ji dest da. Suyurê nexweşê pençeşêrê, bêyî malbata wî bê agahdarkirin 5ê Kanûnê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşilyurt hatiye veguhestin û 14ê Kanûnê canê xwe ji dest daye.

Piştî malbata wî 10 rojan agahiyan ji wî nastînin, diçin girtîgehê da ku wî bibînin, lê rêveberiya girtîgehê ji malbatê re nabêje ku Suyur bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Li ser rijdbûna malbatê û parêzeran piştî demjimêrekê ji wan re tê gotin, Abdurrazak Suyur li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Parêzer Halil Coşkun got, “Abdurrazak Suyur, nexweşê giran ê pençeşêra xwîna spî (lenf) ye û berî 10 rojan bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.” Di rapora otopsiyê ya destpêkê de mirina Suyur wek biguman hat destnîşankirin û roja mirina wî 14ê Kanûnê demjimêr 2:30ê piştî nîvro hat nivîsandin. Sedema mirina Suyur, dê di rapora berfireh a otopsiyê de diyar bibe.

Li Tirkiyê 604 jê giran bi tevahî 1605 girtiyên nexweş hene û daxwaza wan a berdanê ji aliyê dadgehan ve tê redkirin. Piraniya nexweşên giran nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bikin.

Herwiha zext û îşkenceyên mezin li ser girtiyên Kurd tên meşandin. Herî dawî berî 7 rojan girtiya Kurd Garibe Gezer, ji ber îşkence û zexta zêde li Girtîgeha Kandirayê dawî li jiyana xwe anî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin