Li Geverê 500 xwendekar dersa Kurdî dixwînin

Li Geverê 500 xwendekar dersa Kurdî dixwînin

.

A+A-

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û îdareyên peywendîdar ên wî welatî amarên di derbarê xwendina Kurdî de eşkere nakin, lê li gorî amarên Rudawê bi dest xistine tenê li navçeya Geverê zêdetirî 500 xwendekar dersa Kurdî dixwînin. Herwiha kampanya îsal a dersên Kurdi jî li Geverê elaqeyeke dibîne.

Kampanya îsal a ji bo hilbijartina dersa bijarde ya Kurdî li navçeya Geverê a Colemêrgê ji aliyê xelkê ve bi germî tê pêşwazîkirin. Zarok û mamoste jî kêfxweşiya xwe derdibirin, lê daxwazê dikin ku mamosteyên zêdetir bêne damezirandin.

Li gor amarên Rûdawê bi dest xistine, tenê li dibistaneke Geverê 200 û giştî li navçeyê nêzîkî 500 xwendekarên dersa Kurdî hene, kampanyayê hilbijartina dersên Kurdî di nav xwendekaran de  kelecanek çêkiriye.

Xwendekar Argeş Gungor dibêje: “Gellek xweş e, ez ji dersa Kurdî hez dikim hevalên min jî ji dersa Kurdî hez dikin. Dersa me gelek baş e em ji mamostaya xwe hez dikin û ew jî ji me hez dike.”

Xwendekar Furkan Aslan jî got: “Dersa Kurdî baş e ji bo zimanê me baş e ji bo kesên Kurdî nezanin baş e dersa Kurdî bo hemu kesê baş e.”

Xwendekara bi navê Nujîn Gungor jî got: “Dersa Kurdî gelek xweş e tiştê ku em nizanin em fêr dibin, gellek xweş e.”

Gulîzar yek ji mamostayên dersa Kurdî ye, ew rojê 6 seatan dersa kurdî dide zarokan û bi ditina wê zarokên dersa Kurdî dixwînin di dersên xwe yên din de jî serkevtîtir dibin

Mamosta Gulîzar Olmez got: “Bi giştî 10 polên min hene ez dersên didim polên 5-6 û 7 û nêzîkî 180 heta 200 xwendekarên min hene. Eger xwendekar zimanê xwe bizane rastî di dersên din de jî serkevtîtir dibin, bo nimûne dema ez pirsa di derbarê zimanê wan de dikim bersiva zû bi zû didin.”

Li  geverê yek ji daxwaza sereke zedekirina hejmara mamosteya ne ji ber ku tevî hejmara zêde ya xwendekaran tenê 3 mamosteyên dersa Kurdî hene.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin