Li Germîyanê golikekî du serî çê bû

Li Germîyanê golikekî du serî çê bû

Li gundekî ser bi bajarokê Meydanê ve li sînorê îdareya Germîyanê, golikekî du ser û çar destî çê bû, lê ew golik mirar bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Muxtarê gundê Azadî, Selah Husên ji Rûdawê re ragihand ku çêlekeke yek ji rûniştvanên wî gundî zayîye û golikekî du serî û çar destî  jê çê bûye.

Veterîner Husên Ehmed, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re tekez kir bûyerên bi vî rengî gelek kêm tên dîtin û got ku ji bûyerên bi vî rengî re jî , ‘bûyera cêwîyên sîmetrîk ên bi hev re, disafalus’ tê gotin.

Ehmed dîyar kir ku ew golik dema di sikê çêlekê de bû, zindî bûye û organinên wî yên li herdu seran jî bi temamî pêk hatine.

Şênîyên gundê Azadî ji Erebên Şîe yên ku di heyama Sedam Husên de hatibûn koçberkirin, pêk tên.

Piştî ku sala 2003an rejîma Beas hat rûxandin, Serokomarê Iraqê yê wê heyamê navê, ‘Azadî’ li wî gundî kir.

Rûniştvanên gund bi cotkarî û ajelkarîyê debara xwe pêk tînin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin