Li gel xeterîya Coronayê Kongreya  Federasyona Komelên Kurdistanê di salonê de çêbû

Li gel xeterîya Coronayê Kongreya Federasyona Komelên Kurdistanê di salonê de çêbû

Serokê 4 salên dawî yê federasyonê Keya Îzol bi axaftina xatirxwestinê, spasiya nûnerên kongreyê kir, erka xwe dewr kir. Komîteyek nuh hat hilbijartin. Hin biryarên nuh hatin stendin.

A+A-

Rûpela Nû / Stockholm

Kongreya Federasyonê ji ber tedbîrên nexweşîna coronayê bi hejmarek 50 kesî sînor kirî, li bajarê Eskilstuna pêk hat. Ji bo Rêveberiya Kongreyê Azîz Aliş, Dr. Kismet Mîrxan û Nalîn Kiliçaslan hatin hilbijartin.

AXAFTINA SEROKÊ FEDERASYONÊ KEYA ÎZOL

Serokê 4 salên dawî yê Federasyona Komelên Kurdistanê Keya Îzol axaftina xwe ya dawîn kir. Keya Îzol 1990î de jî çend sal serokatîya Federasyonê kiribû. Axaftina Keya Îzol li jêr e.

” Serokatîya Dîwanê, Nûnerên Kongreya 29 emîn, mêvanên giranbiha, xwîşk û birayên hêja,

Bi hêvîya Kongreyaka bi aheng û serketî we teva silav dikim.

Îro, di demekê dijwar de em 29 emîn Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li dar dixin.

Federasyon dezgeheke netewî û demokratîk, platformeka hevbeş e. Li gor lihevhatineke sîyasî û civakî ya hemû beşên Kurdistanê hatiye avakirin.

Rêkxistineke bêemsal ku 39 sal in bi hebûna xwe, bi helwesta xwe û bi çalakîyên xwe bûye berdevkê tevgera civakî, netewî û demokratîk ya komelgehê kurdên li Swêdê. Xebat, çalakî û Kongreyên Federasyonê yek ji girîngtirîn çavkanîyên parastina nirxên kurdayetî û fêrbûna normên demokrasîyê ye.

Di bin sîwana xwe de hemû bîrûbawerîyên sîyasî, olî, hemû zaravayên me yên şîrîn, reng û çanda me ya dewlemend temsîl dike. Emsalek weha ne li hundirê welêt ne jî li derveyî welêt heye.

Nûnerên hêja,

Hûn tev dizanin rewşa welatê me di çi halî de ye.

Dewletên dagîrker bi hemû hêzên xwe ve êrîşê kurdan dikin. Metodên wan hov e, qirêj e, ne însanî ye û herku diçe jî xirabtir dibe. Destkeftîyên me tên hedef kirin.

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hêzên dijmin ji hemû alîyan ve dixwazin darbe destkeftîyên kurdan bixin. Rejîma nîjadperest, faşîst ya Tirkiye û Komara îslamî ya xwînmij Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. sivîlan qetil dikin, gund û bajarên kurdan vêran dikin.

Divê em bi hemû hêzên xwe destkeftîya Başûrê Kurdistanê biparêzin, nehêlin ew bi tu awayî ji destê me biçe.

Nîvê Rojavayê Kurdistanê ketiye bin destê Tirkiye û jîhadîstên terorîst.

Bi sedhezaran kurd li welatê xwe bûne penaber û di bin şertên gelek dijwar de dijîn.

Me hemû netîceya yekgirtina kurdan jibo Kobanî û çûna Pêşmerge bo parastina Kobanî dît. Îro pêvajoya lihevhatina ENKS û PYD ku bi înîsîyatîfa Serok Mesûd Barzanî destpêkir, pîroz dikin.

Li Rojhilata Kurdistanê zordestîyên rejîma kevneperest ya Komara îslamî hemû pîvanên mirovatîyê binpê dike, rojane xort û keçên kurdan îdam dike û kolberan dikuje.

Ne tenê welatê me, axa me, destkeftîyên me dibin armanca dagîrkeran.

Dixwazin zimanê me, hebûna me bi temamî ji holê rakin.

Pêwîst nake ez bînim bîra we, Hûn tev dizanin di nav van 39 salan de Federasyona me çi kiriye û ev rêkxistin ji bo çi bo me ewqas girîng e.

Lê dixwazim behsa çend hingavên dîrokî ku Federasyon pêk anîyê bînim bîra we.

Xebata me bi boneyî Komkujîya Helebce û Enfal.

Merasîmên salane yên bîranîna Helebce.

Xebat û înîsîyatîfa Federasyonê di cenaza Dr Qasimlou û Şerefkendî de.

Serpereştîkirina kampanya hemû rêkxistinên bîyanî li Swêd dijî êrîşên nijadperestan di salên 90 de.

Xwepêşendanên girseyî di rojên laperîn li Başûrê Kurdistanê.

Damezrînerê proja Qandîl

Semîner û festîvala Referandûma serxwebûnê

Xebat û xwepêşendanên li dij dagîrkirina Rojava

Çend xebat û çalakîyên dîrokî ya van du salên dawîyê.

Federasyona me di pêvajoya Referandûma serxwebûnê de û piştî wê, di karasata 16 ê oktoberê de, di salvegera referandûmê de bi beşdarîya dehan hezar kurd konferans, xwepêşendan û çalakîyên dîrokî li darxistin.

Bi hezaran keç, law û salmezinên kurdên Swêdê ji di gel me derketin kolanan, dewletên dagîrker rûreş kirin, piştgirîyeka xurt dan bo tevgera Kurdistanê. Dostên me yên Swêdî, wek sîyasetmedar, parlamenter, hunermend di wan rojên dijwar de me tenê nehiştin, ji bo piştgirîya kurdan xwe seferber kirin, tevlî çalakîyên me bûn. Federasyon di organîzekirin û meşandina van xebatan de, roleke sereke lîst, bû motora hemû çalakîyan.

Di nav van du salan de Federasyon li hember zext û gefên dagîrkeran, bi rêya hevdîtinên dîplomatîk, daxûyanî, maqale û xwepêşendanan dengê xwe bilind kir. Li gor hêjayîya navê xwe berpirsîyarîya xwe anî cîh û careke din girîngîya vî rêkxistinê raxist ber çavan. Îro em encamên van xebatan dibînin çawa girîngîya Federasyonê di nav civata me de tê nirxandin.

Hemû hingavên me yên wê demê di rapora xebata de, di rûpela me ya Facebookê de bi awayekî vekirî ji bo endamên me, ji bo raya giştî hatine belav kirin.

Federasyona me di tevgera Diaspora jî ciheka girîng tije dike.

Du sal û nîv in ku em digel 6 welatên din di nav xebata DIAKURD de ne. Ev xebata girîng û dîrokî bi înîsîyatîfa Federasyona me destpêkir û piştî çend konferansên navnetewî gihişte asteka berbiçav. Divê Kongra me xebata DIAKURDê pesind bike û jibo berwedamîya wê biryara xwe nûjen bike.

Lê kêmasîyên me jî hene.

Ez dixwazim hin ji van kêmasîyan bînim ziman.

Gelek kêmasîyên me yên strukturî di nav salan de derketine holê.

Mixabin komeleyên me ne wek salên berê ne, gelek lawaz ketine.

Xebat û çalakîyên komeleyên me û endamên çalak her ku diçe kêmtir dibe.

Gelek caran em normên komeleyatî ya welatê ku em lê dijîn baş naynin cih.

Hejmara xort û keçên me, nifşên nû di nav komeleyên me de her ku diçe kêmtir dibe.

Di organên me da xort û keçên me li gor hejmara xwe a civakî temsîl nabin.

Kêm temsîlîya jinan li organên me de, welatek wek Swêd de bi tu awayî naye qebûl kirin.

Destûra me pir caran nikare bersîva pirsgirêkên me yên rêxistinî çareser bike. Gelek kêmasîyên destûrê hene.

Xebata entegrasyonê bi temamî hatiye jibîr kirin.

Wergirtina alîkarîya aborî herku diçe zehmettir dibe. Ji ber ku em di gelek xalan de erkên xwe yên demokratîk bi başî nikarin bînin cîh û loma em tûşî astengan dibin. Di pêşerojê de pêwîst e em kêmasîyên xwe yên rêkxistinî li gor normên Swêdê bicîh bînin.

Boye, ji bo nûkirin û xurtkirina Federasyonê divê zûtirîn wext hin guherandinên pêwîst pêk werin.

Em divê hemû minaqeşeyên derveyî van têbînîyan bihêlin alîyekî û giranî bidin xwe nûkirin û bihêzkirina Federasyonê.

Komelgehê kurdên Swêdê wek berê nine. Federasyon hatiye merheleyeka nû, divê guherandinên esasî pêk werin. Daxwaz û hêvîyên Kurdên Swêdê hatiye guhertin. Divê em li gor vê rastîyê rêkxistina xwe nûjen bikin. Kesayet an komên ku ji me dûrketine dive careka din vegerin nav xebata Federasyonê. Divê em ji tecrubeyên 39 salan dersan werbigrin û pêşîya rêkxistinê li gor daxwaz û hêvîyên ku di nav civata me de heye, vekin.

Ciwanên Kurd di jîyana civakî ya Swêdê de gelek aktîf in û roleka mezin dilîzin. Ciwanên Kurd wek çawa di gelek beşên civakî wek sîyaset, rojnemevanî, şano, film de çalak û xwedî serketinan in dikarin dewrê xwe di nav rêkxistineka wek Federasyonê de jî bînin cih. Divê em bêtir bala xwe bidin ser vê rastîyê û rêyên nû biafirînin. Şîyara “Ciwan pêşerojên me ne” divê bi rastî jî bikeve jîyana me, em Federasyonê teslîmê nifşa nû bikin.

Ji destpêk hetta roja îro demeke dûrûdirêj ez di nav xebata Federasyonê de me. Min bi xebat û keda xwe xwestiye hercar Federasyonê derxînim kada herî serî.

Wexta berpirsiyarî li ba min bûye berjewendîya Federasyonê pêşîya tertiştî hatiye.

Jîyana min ya malbatî, kar û demên min yên azad piştî ku min hemû berpirsîyarîyên xwe pêk anîye, dest pê kiriye.

Helbet di nav kar û xebateka wiha giran de kêmasî jî çêdibin. Pêwîst e mirov guh bide hemû rexne û têbînîyên avakar ku di nav Federasyonê de heye û di nav civatê de heye. Lê guh nedin xêrnexwaz û trollên destên tarî. Em baş dizanin mebesta wan çi ye?

Ez serbilind im.

Ji bo min şanazîyeka mezin e ku min bi alîkarî û piştgirîya we tevan karibû xizmeta rêxistineka ewende girîng bikim.

Ez ê herdem di xizmeta doza Kurd de bim.

Em hemî endamên neteweyek mezin in.

Çawa Kurdistan welatê me teva ye, ev rêkxistin jî mala me teva ye.

Divê ev Kongre hemû minaqeşeyên xwe yên erênî û neyînî li paş xwe bihêle û hingavan jibo berjewendîya Federasyonê deyne pêşîya hemû tiştan.

Nûnerên giranbuha,

Wek kesekî ku bi salan di xizmeta Federasyonê û Rawenda Kurd de bûme, wek kadroyekî, wek xûşk û birayekî û wek hevalekî we yê nêzîk dixwazim hûn guh bidin gotinên min.

Seyr bikin, kurdên çar beşên Kurdistanê bi bîrûbawerîyên cûrbecûr, ji bo yek armanc, jibo berjewendîya rêkxistina xwe ya hevbeş hatine ba hev. Wek xûşk, wek bira wek endamên neteweyek birîndar ku rojane tûşî xedrên mezin dibe, jibo berjewendîya doza Kurdistanê hêjî li kêleka hev in.

Ma ne hêja ye ku em vê dewlemendîyê, vê hêjayîyê weka ronîya çavên xwe biparêzin û vê lihevhatinê hîn baştir bikin?

Em ê jibo çi dijayetî hevdu bikin?

Em çi parve nakin?

Divê em ji xwe bipirsin, gelo ev çend meh in jibo çi ewqas enerjîya me jibo tiştên vala hate xerckirin?

Ev rêkxistin, ev destkeftî ya me hemûyan e.

Bi ked û fedekarîyên a salan heyya îro hatiye, hebûna xwe parastiye.

Pêwîst e îro jî em bi helwestên xwe yên erênî hewl bidin da ku Kongra îsal bi aqil û aheng encam bide.

Hûn in xwedî biryar, xwedî deng, xwedî ray û raman.

Îrada we ya azad garantîya hebûn, berdewamî û nûjen kirina Federasyonê ye.

Îro roj roja xwedîlêderketina rêkxistina me ye.

Umîdwar im hûn ê dengên xwe bi îradeyeka azad, li gor bawerîyên xwe yên di nav Federasyonê de, jibo berjewendîya Federasyonê bikar bînin.

Destûra me, komeleyên endam, organ û îrada azad a nûnerên Federasyonê dînamîzma rêkxistina me ye. Federasyon dikare hemû pirs û pirsgirêkên xwe çareser bike. Ev prensîba esasî ya karê demokratîk e. Divê herkes rêz lê bigre. Jibîr nekin; soza me hemûyan hebû; Me kirasên xwe yên hizbayetî li derveyî Federasyonê hiştibû. Pêwîst e em li ser soza xwe bin.

Rêkxistinên sîyasî pêşengên civatê ne. Rola wan cihê rêzê ye. Wek komelgehê sivîl û demokratîk daxwaz û hêvîyên me ji wan gelek mezin e û em tenê dawa piştgirîyê dikin.

Çendîn caran me dît û jîya, hingavên destlêwerdanan zirarên mezin da rêkxistina me.

Ji bo parastina berjewendîya Federasyonê dive em bi tu awayê rê nedin mudaxeleyên ji derva.

Ez ji dil vê daxwaz dikim û baş dizanim ku hawara min dê xwe bigîhe dilên we hemûyan.

Bi hemî hestên xwe yên netewî, biratî û hevaltî Spasîya we teva dikim Daxwaza Serketinê bo Kongra me dikim. Serketin her ya gelê Kurd û Kurdistanê be! Bijî Kurd û Kurdistan!”

BIRYARÊN KONGREYÊ

Kongre di waran cûda de çend biryar girt. Hin ji van biryaran ev in:

-Federasyon 3ê Tebaxê wek roja Qirkirina Êzîdiyan qebûl dike û vê rojê her sal bibîr bîne.

-2 milyon perê ku ji firotina avahîya federasyonê maye wê di bankayê de bê cemidandin, tenê ji bo stendina emlak bê xerckirin.

-Komîteya Revîsor hemû xercên sala 2020an û firotina xanî ji nuh ve kontrol dike û di nav 3 mehan de wek rapor pêşkêşî Komîteya Giştî wê bike.

-Federasyon hewl bide ku di hemû dezgehên resmî yên dewleta Swêdê de zimanê Kurdî wek zimanê welatên ku xwedî dewlet in, îtîbar lê bê kirin û di hilbijartina tercuman û wergeran de jî ferqê nekin nav zimanê Kurdî û zimanê Tirkî, Farisî û Erebî.

-Çalakîyên komeleyên endam di çapemenîya Federasyonê de bê weşandin.

Pêşniyarên ku di beyana PAK-SWÊDê de cî girtibû û ji bo Rêvebiriya Kongreyê hatibû şandin, hat xwendin û ji bo nirxandina wan, ji Komîteya Giştî re hat şandin.

HILBIJARTINA ORGANÊN FEDERASYONÊ

Piştî dengdanê ji bo Komîteya Giştî ev kes hatin hilbijartin: Kovan Amedî, Pirşeng Tiwana, Selam Cizîrî, Berzan Koçkaya, Mamoste Kerîm, Roşna Megrus, Rêdar Hesen wek esil, Temûr Muradî û Mîdya Cîgerxwîn wek cîgir hatin hilbijartin.

Ji bo Komîteya Giştî, Mehdî Adar, Nîyaz Ahmed, Derya Akrewî, Hişyar Tovî, Seher Derbendî, Cînan, Kamuran, Sabir û Betul wek esîl, Alan Mihemed û Azad Herdem wek cîgir hatin hilbijartin.

1-120.jpg

2-121.jpg

3-117.jpg

5-074.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin