Li Efxanistanê 3 rojnamevanên jin hatin kuştin

Li Efxanistanê 3 rojnamevanên jin hatin kuştin

.

A+A-

 Li Efxanistanê 3 rojnemevanên jin, ên di televizyoneke xwecihî de kar dikirin, hatin kuştin.

Bûyerên kuştinê, ji destpêkirina gotûbêjên di navbera Hikûmeta Efxanistanê û Taliban de, zêde bûne.

Sê karmendên jin ên televîzyona xwecihî Enikass TVê li herêma Nangarhar, dema ji kar ber bi malên xwe ve diçin, rastî êrîşa çekdarî tên û li cihê bûyerê can didin.

Berdevekê Asayişa Nangarharê Farid Han li ser bûyerê diyar kir, kesên êrîş kirine piştî teqekirinê ji cihê bûyerê reviyane û nasnameya wan nehate zanîn.

Piştî serdana şanderê taybet yê Amerîka yê ji bo Efxanistanê Zalmay Khalilzad û gotûbêjkirina vekişîna serbazên Amerîkî ji Efxanistanê, ev bûyer qewimîn.

Taliban di derbarê van bûyeran de da zanîn, tu pêwendiya wan bi kuştina wan hersê rojnamevanan re nîne, herwiha komên ser bi DAIŞê ve berpirsayartiya xwe derbarê kuştina wan her sê rojnamevanan ragihand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin