Li Efrînê Çekdaran Avêtin Ser Malan Û 15 Kes Girtin

Li Efrînê Çekdaran Avêtin Ser Malan Û 15 Kes Girtin

Grûpeke çekdar a oposîzyona Sûriyê, êrişî gundê Kefer Sefrê ku li ser Efînê ye, kirin û zêdetirî 15 kesên sivîl girtin. Herwiha li nahiyeya Raco ya Efrînê jî, welatîyekî Kurd di bin îşkenceyê de hatiye kuştin.

A+A-

Grûpeke çekdar a oposizyona Sûriyê, êrişî gundê Kefer Sefrê li Efînê kirin, û zêdetirî 15 kesên sivîl girtin. Herwiha li nahiyeya Raco ya Efrînê jî, welatiyekî Kurd di bin îşkenceyê de hatiye kuştin.

Jêderek ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, taybet ji Tora Medyayî ya Rûdaw re ragihand, ku êvara roja Duşemê 9ê Îlonê, grûpa bi navê Semerqend, ya ser bi oposizyona Sûriyê ve, êrişî gundê Kefer Sefrê kirine, û herî kêm 15 kesên sivîl girtine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê nasnameya hin kesên ku ji aliyê wê grûpa çekdar ve hatine girtin, aşkere kiriye û ragihandiye, ku her yek ji Xelîl Mihemed Bermecê, Nebî Mihemed Murad, Xelîl Xelîl Murad, Elî Hec Qadir Xelîl, Şerefedîn Elûş Şêxo, Mihemed Hesen Mihemed û Xorşîd Mihemed Mehmûd, di nava girtiyan de hatine naskirin.

Welatiyek bi îşkenceyê hat kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê herwiha ragihandiye, ku welatiyê bi navê Mihemed Henîf Hisên, roja Duşemê 9ê Îlonê li nahiyeya Raco ya Efrînê di bin îşkencê de hatiye kuştin.

Wê rêxistinê daye zanîn, ku welatiyê bi navê Mihemed Henîf Hisên roja 30ê Tebaxê, ji aliyê gurûpekê ve hatibû revandin, û ji bo polîsên sivîl hatibû radestkirin.

Li gor heman çavkaniyê, Rêvebirê Polîsan li Raco, Neqîb Ebû Şihab, ew welatî bi tundî û bi şêweyekî hovane îşkence kiribû, heta ku jiyana xwe ji dest daye.

Termê Mihemed Henîf Hisên, bi beşdariya birayê wî û Serokê Encûmena Xwecihî ya Raco, ji Nexweşxaneya Serbazî ya li Efrînê hatiye wergirtin.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên di bin sîwana Artêşa Sûriyeya Azad de, ye.

Pêştir li Efrînê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê, rêveberiya wê herêma Rojavayê Kurdistanê dikir û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Asayişê, ewlehiya herêmê diparastin, dê di dawiya zistana 2017an de Tirkiyê êrişî Efrînê kir û piştî şerekî dijwar ku 58 rojan dom kir, herêma Efrînê ket û hêzên YPGê ber bi herêma Şehbayê û bajarokê Til Rifetê vekişiyan.

Herwiha bi dehan hezar kes ji xelkê sivîl ê Efrînê jî ji ber êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar, ji mal û warê xwe koçber bûn û niha li herêma Şehbayê di 5 kampan de dijîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin