Li Efrînê çekdaran 17 hezar darên zeytûnan jinav birin

Li Efrînê çekdaran 17 hezar darên zeytûnan jinav birin

.

A+A-

Li Efrînê, grûpeke çekdar berhemên 17 hezar darên zeytûnan li nahiyeya Bilbilê jinav birin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, “Grûpa çekdar a bi navê Lîwaa Suqûr Elşemal ya ser bi Tirkiyê, berhemên 17 hezar darên zeytûnan jinav birin.”

Li gorî heman çavkaniyê ew berhem yên welatiyên gundên Ebûdan, Zeytûnak, Qurne û Şêxurziye ne.

Ev yek di demekê de ye ku xwediyên wan daran, ji neçarî ji navçeyên xwe koçber û derbider bûne.

Di heman demê de, wê grûpa çekdar dest daniye ser guvaştekeke zeytûnan li gundê Ebûdanê ji bo guvaştina berhemên zeytûnan ên talankirî.

Li gorî berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê, grûpa Firqeya Hemzat bi dehan darên fêkî û zeytûnan li navçeya navbera gundên Kaziye û Satya li nahiyeya Mabata birrîne û weke êzing li bazarê difiroşe.

Ev yek di demekê de ye ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, demsala daweşandin û berhevkirina zeytûnan e. Zeytûn û zeyt çavkaniya %70 ji dahata xelkê wê herêma zeytûnî ye.

Li gor çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, eger rêgirî li wan diz û talankeran neyê girtin, heta dema berhevkirinê destpê bike, dê nîvê zeytûnên herêmê bên talankirin.

Çavkaniyên ji herêma Efrînê ji Rûdawê re didin zanîn ku çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê û kesûkarên wan ên hawirde, ji niha ve, dest bi dizî û talankirina zeviyên zeytûnan ên li herêmê kirine. Li gorî wan çavkaniyan, eger rêgirî li wan diz û talankeran neyê girtin, heta 15ê Cotmehê, dê nîvê zeytûnên herêmê bên talankirin.

Li herêma Efrînê, nêzîkî 19 milyon darzeytûn hene ku dike %20 ji darzeytûnên Sûriyê. Salane nêzîkî 55.000 ton zeyt berhem didin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, nêzîkî 700,000 darzeytûn û darên fêkî bi destê grûpên çekdar û kesûkarên wan ên hawirde hatine birîn û şewitandin. Herî dawî, di meha Îlona borî de, 205 darzeytûn hatine birîn.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin