Li DYAyê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine ji 500 hezarî derbas bûye

Li DYAyê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine ji 500 hezarî derbas bûye

.

A+A-

Ji sedî 46ê hemû mirinên li DYAyê yên ji meha Kanûna Pêşiyê heta meha Sibatê ji ber Covid-19ê ye.


Li Amerîkayê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine ji 500 hezarî bihuriye. Ji ber vê rewşê li DYAyê merasîmek rêzgirtinê pêk hatiye.

Joe Biden, Serokê DYAyê diyar kiriye ku hejmara kesên jiber Covid-19ê mirine, gihîştiye 500 hezar û 71ê û ev hejmar ji tevahiya mirinên di dema Şerê 1em ê Cîhanî, Şerê 2yem ê Cîhanî û Şerê Wîetnamê zêdetir e.

Bîdenî her weha gotiye ku ev hejmar, ji hejmara mirinên ji ber Covid-19ê ya li hemû welatan bilindtir e.
Joe Biden, hevjîna wî Jill Biden û Kamala Harris, alîkara Bidenî Doug Emhoffî, hevjînê wê li Koşka Spî beşdarî merasîmê bûne.

Bidenî her weha ferman daye ku hemû alên li avahiyên federal û baregehên leşkeriyê daxin nêviyê.

Ji sedî 46ê hemû mirinên li DYAyê yên ji meha Kanûna Pêşiyê heta meha Sibatê ji ber Covid-19ê ye.

Bi destpêkirina derzîkirinê di 6 hefteyên derbasbûyî de hejmara nexweşan kêm bûye, lê pispor ji ber varyantên Ingilistan, Afrîkaya Başûr û Brezîlyayê diyar dikin ku dibe rewş dîsa nebaş bibe

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin