Li DYAyê êrîşeke çekdarî pêk hatiye: 19 jê zarok 21 kes mirine

Li DYAyê êrîşeke çekdarî pêk hatiye: 19 jê zarok 21 kes mirine

.

A+A-

Li DYAyê êrîşkarekî 18 salî, êrîş biriye ser dibistanekê û 19 jê zarok, 21 kes kuştine. Polîsan jî êrîşkar kuştiye. Ji serê salê û vir ve 10 êrîşên bi vî rengî pêk hatine.

Li Eyaleta Texasa DYAyê, li bajaroka Uvaldeyê ya bajarê San Antonioyê, êrîşkarekî êrîş biriye ser dibistaneke seretayî. Di encamê de 19 xwendekar û 3 mezin kuştine.

Bajarok 90 deqîqe dûrî San Antonioyê ye û li rojavayê wê dikeve. Zêdetirî 16 hezar niştecihên bajarokî hene. Li gorî nûçeyên ku di medyaya herêmî de hatine weşandin, li dibistanê nêzîkî 600 xwendekar hene. Salvador Ramosê 18 salî bi çekê êrîş biriye ser dibistanê. Di encamê de 19 jê zarok, 21 kes mirine. Polîsan Ramos kuştiye.

Li gorî zanyariyan, Ramos beriya êrîşî dibistanê bike, gule bera pîrika xwe daye.

Şaredarê Uvaldeyê Don McLaughlinî diyar kiriye ku rewş gelekî xirab e û malbat hewl didin ku peywendiyê bi zarokên xwe re deynin. Gelek ambûlans û polîs çûne cihê bûyerê û xelekeke ewlehiyê ji wir re çêkirine.

Waliyê Eyaleta Teksasê Greg Abbott ji rojnamegeran re gotiye ku navê kesê çekdar Salvador Ramos ê 18 salî ye û paşî ji alîyê polîsan ve hate kuştin, 2 efser birîndar bûne lê Abbott got birîna wan ne giran e.

Karbidestan diyar kiriye ku ew çekdar bi tena serê xwe bûye.

Serokê DYAyê Joe Bidenî li Qesra Spî piştî vê bûyerê gotarek pêşkeş kiriye ûbal kişandiye ser qedexeya çekan û gotiye: "Ev tenê li Amerîkayê çê dibe. Nabe zarokek here û bikare çekê bikire, ev çewtî ye."

Bidenî daye zanîn û gotiye, divê ew li hember komên ku lobîya bazirganiya çekan dikin û piştevaniya wê dikin bisekinin û dem hatiye êdî ev êş wergere karkirinê.”

Êrîşên çekdarî ên li DYAyê

Êrîşên çekdarî yên li dijî saziyên perwerdekirinê pêk tên, yek ji pirsgirêkên herî giran in li DYAyê. Êrîşa li Teksasê pêk hatiye, yek ji wan êrîşan e ku di serê 2022yê heta niha pêk hatine.

Mijara sînordarkirina çekdariya takekes li DYAyê yek ji mijarên herî aloz e. Partiya Demokratan a desthilatdar dixwaze çekdariya takekes were sînordarkirin lê Komarparêz vî tiştî asteng dikin û Demokrat nikarin yaseya wê rê li ber kontrola çekdarbûnê veke, di Kongreyê de bipejirînin. 

Tenê di sala 2021yê de li DYAyê 138 caran êrîşî dibistanan kirine.

Yên sereke ev in:

14ê Gulanê: Buffalo, 10 mirî

15ê Gulanê: Laguna Woods, California, miriyek

15ê Gulanê: Houston, Texas, 2 mirî

13ê Gulanê: Milwaukee, 16 birîndar

27ê Nîsanê: Biloxi, Mississippi, 4 mirî

12ê Nîsanê: Brooklyn, New York, 10 birîndar

3yê Nîsanê: Sacramento, 6 mirî

19ê Adarê: Dumas, Arkansas, miriyek 27 birîndar

23ê Kanûna Paşiyê: Milwaukee, 6 mirî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin