Li Duhokê 405 erdên mînkirî hene

Li Duhokê 405 erdên mînkirî hene

.

A+A-

Di nava sînorê parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê de 405 erd û zeviyên mînkirî hene, hejmara herî zêde a mînan jî di nava sînorê navçeya Amêdiyê de hatine çandin û li wir 298 erdên mînkirî hene. Sedema vê hejmara zêde ya erdên mînkirî jî, şerê artêşa Tirkiyê û PKK ye ku her du alî jî bêyî guhdana ewlekariya xelkê deverê, bi dirêjahiya 30 salên derbasbûyî ew dever ji xwe re kirine meydana şer û her du aliyan jî mîn çandine.

Hecî Îbrahîm Mihemed li Berwariya Bala yek ji wan kesan e ku ji ber mînan zirar dîtiye. Sala borî dema çêkirina hêla elektrîkê li Kanî Masiyê mînek bi Hecî Îbrahîm Mihemed de teqiya û di encamê de çavên xwe ji dest dan ku piştî emeliyatan niha çavê wî yê çepê heta 20 metreyan dikare pêş xwe bibîne. Ew karê ku berê wî bi xwe bi hêsanî dikir niha neviyê di şûna wî de dike.

Hecî Îbrahîm Mihemed ê mîn pê de teqiya got, “Em çûne bin stûnê elektrîkê û me dest bi girêdana kabloyan kir, di wê kêliyê de TNT bi me de teqiya û em 3 kes birîndar bûn.”

Şeş gundên li quntara Çiyayê Gamnêrkî ya li Kanî Masiyê ku dirêjiya wê 7 km ne, di salên borî de bi sedema teqîna mînan 4 kes birîndar bûn û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan. 2 birîndar û kesekî ku canê xwe ji dest daye ji gundê Diravînayê bûn, navbera erdê mînkirî û gund tenê kîlometreyek e.

Mixtarê Gundê Ravîna Rifet Ravînî anî ziman, “Me gelek caran dîtiye ku xelkê yan ji ber birçîbûnê yan ajelekî yan tiştekî din nikaribûne ji malên xwe dûr bikevin lê min nedîtiye ku meriv ji ber mînan kîlometreyekê jî nikaribe ji gundê xwe dûr bikeve.”

Li Duhokê ji xeynî Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan du rêxistin bi armanca hişyarî û yek jî ji bo paqijkirina mînan û hişyariyê dixebitin lê ji ber şerê Tirkiye û PKKê ew nikarin li herêmê karê xwe bimeşînin.

Rêvebera Giştî ya Karûbarên Mînan Şîlan Samir li ser xebatên xwe got, “Heta 2019an jî xebat ji bo paqijkirina mînan li devera Kanî Masiyê dihate kirin, Girê Sor a Kanî Masiyê û Meydanok a Serzêrê hatine paqijkirin. Girê Rezan jî hatiye nîvîkirin lê ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê niha kar û xebat hatine ragirtin.”

Di nav sînorên Duhokê de 405 zeviyên mînkirî hene, rûberê wan dibe 19 milyon û 515 hezar û 497 metre duca.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin