Li dinyayê 40 milyon mirov mîna koleyan e

Li dinyayê 40 milyon mirov mîna koleyan e

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo ku heta sala 2030’î koledarî bê bidawîkirin divê her roj 10 hezar mirov ji koledariyê bên rizgarkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî li dinyayê 40 milyon mirov kole ne.

A+A-

e-rojname

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo ku heta sala 2030’î koledarî bê bidawîkirin divê her roj 10 hezar mirov ji koledariyê bên rizgarkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî li dinyayê 40 milyon mirov kole ne.

Raportora Taybet a mijara koledarîyê ya Neteweyên Yekbûyî Ûrmîla Bhoola bi daxuyanîyekê ragihand, di encama şeş salên wezîfeya xwe de ew bi xemgînî radigihîne ku ji bo koledarîyê ji holê rakin hîn rêya wan dûr û dirêj e.

Bhoola anî ziman ku heta sala 2030’î ji bo koledarî li dinyayê ji holê bê rakirin divê hîn bêhtir kar bê kirin û ji bo vê jî divê rojane 10 hezar mirov azad bibin.

Bhoola raporek pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a li Cenevreyê kir û anî ziman, ku li dinyayê 40 milyon mirov di nava şert û mercên koledarîyê de ne û dibe ku ev hejmar hîn zêdetir bibe.

Li gorî rapora Bhoola 64 ji sedî yê koleyên li dinyayê ji alîyê sektora taybet ve tên xebitandin. Her wiha yek ji çar parên wan jî zarok in. Ji jinên ku di nava şert û mercên koledarîyê de ne 98 ji sedî dibin hedefa tundîya zayendî.

Di raporê de hate ragihandin ku 24 milyon ciwanên li welatên bi pêş dikevin û kêm pêşketî tevlî kar bûne, dibe ku bikevin nava şert û mercên koledarîyê. Di raporê de ji welatên Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin