'Li dibistaneke ku %95 xwendekarên wê Kurd in di forma dersa bjarte de Kurdî nîne'

'Li dibistaneke ku %95 xwendekarên wê Kurd in di forma dersa bjarte de Kurdî nîne'

.

A+A-

 Zarema Bakur (Yeqûb Hant) li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku biraziyê wî formek ji dibistanê aniye ku dersên bijardeyî ên sala xwendina 2023 û 2024 têde ne, lê zimanê Kurdî di nav de nîne. Rêvebir ji biraziyê wî û zarokan re gotiye, dersên di rêzbendiya 2-3-û 5 de hilbijêrin ku ew jî Şiyanên Pêşxistina Xwendinê, Jiyana Pêxemberê Îslamê û matematîka praktîkî ne. Hant gotiye ew dê biçe dibistanê û li gel rêveberiyê biaxive ka çima dersa Kurdî nîne û ji bo çi ew ji zarokan re destnîşan dikin ku divê kîjan dersan hilbijêrin. Di demekê de ku bi gotina wî ji sedî 95ê xwendekarên dibistanê kurd in, lê zimanê kurdî di nava bijardeyan de nîne.

Komîsyona Ziman a Baroya Amedê jî diyar kiriye ku ewê rêkarên yasayî li hemberî binpêkariyên bi vî rengî bidin ber xwe.

Yeqûb Hant beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derbarê mijdarê bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Hand da zanîn ji bo ku rewşê bişopîne ew îro çûye dibistanê û got “Dema ez çûm dibistanê, ewilê ez çûm ba cîgirê rêvebir û dema min behs kir û got hin tiştekî wisa dikin, ji ber ku dît bertekek hat yan tirsiya yan jî gav şûn ve avêt ew jî yekser ez şandim ba rêvebir. Dema ku ez çûm cem rêvebir û min jê re got tiştek wisa heye, gerek di forman de dersa Kurdî hebûya û me li malê ji bo zarokên xwe dersên ku em bi zarokan re hilbijêrên ku sala çûyî jî me ew ders hilbijart her çiqas pol venebû jî me dîsa ev ders hilbijart. Û min got çima ev der lê tine, rêvebir dest bi argumanên xwe kir ku got mixabin mamoste nayên amadekirin, mamoste tunin, gele mesrefa wan dersan hene, em nikarin vê bikin û wekî din got me wek mamosteyan di nav xwe de biryareke wisa girtiye û me gotiye em tenê van dersan li vir weke hilbijartî çê bikin. Min got wê demê ew çewa dibe hilbijartî bi gotina zarok û malbatan nabe û wê demê we bixwe van dersan weke dersên neçar ji bo zarokan daye çêkirin. Û min li wê derê got ev maf mafekî hiqûqî ye û min got em ti rêyekê nadin ku ev maf bê binpêkirin û çi bê kirin ji bo biraziyê xwe wek mamê wî ez dê vî hewldana xwe çêbikim. Wekî din rêvebir ji  min re got belkî di pêşerojê de be, min got nexêr eger ji bo pêşerojê de bê wê demê hûn li forman ji nû ve Kurdî (Kurmancî/Zazakî) binivîsînin, em dê vê demê hişmendiyek çê bikin û piştre rast e emê bikaribin herî kêm 6-7 pol vebikin ji ber ku ev dibistana ku ez behsa wê dikim belkê ez kêm dibêjim ji sedî 95 hema ez bi rihetî dikarim bibêjim ji sedî 96-97ê wî zarokên Kurdan e û nîvê wan jî ez bi rihetî dikarim bibêjim ew zarok hemû bi giştî bi Kurmancî fem dikin belkî nikaribin qise bikin, hema bi girseyeke mezin jî hê bi Kurdî jî dizanin dikarin qise jî bikin.”

Derbarê sererastkirina forman de jî Hant got “Ewil rêvebir ji min re got `em dê ya braziyê te sererast bikin`. Min jî li wê derê bi hêrs ji mamoste re got tu çewa tiştek wisa dibêjî û ez tenê ji bo braziyê xwe naxwazim gerek hûn hemû forman ji nû ve Kurdî (Kurmancî/Zazakî) lê zêde bikin û yên ku we li malbatan jî belav kiriye kom bikin. Eger ku hûn wisa nekin ji xwe malbatên me li vir gelek in li vê taxa ku ez behs dikim li dora vê dibistanê hene, ez dê biçim ji hemûyan bipirsim ka di forma we de Kurdê heye an tune,  ez dê li dû şopa vê bim, tiştekî wisa ne hûn bibêjin ne jî ez qebûl dikim. Gotim temam em dê sererastiyekî çê bikin. Min jî got problem tune ji êvarê dê forma ji nû ve bişînin, ji xwe eger sererastî çênekiribin êz dê dîsa bêm vê derê û piştre jî hin prosedurên li gor baroyan û qanûnên hiqûqî çi be jî ez dê ji bo wan jî hewl bidim.”

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta dê bi vê biryara wezaretê heta 10 Sibata 2023an bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin