Li Dêrsimê operasyon

Li Dêrsimê operasyon

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, îro hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn û di vê operasyonê de 2 kesên ser bi HDPê ve desteser kirin.

A+A-

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, îro Duşemê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn û di vê operasyonê de 2 kesên ser bi HDPê ve desteser kirin.

 

Îro hêzên Antî Terorê yên girêdayî Rêveberiya Asayişa Dêrsimê li vî bajarî operasyonek lidar xistin û bi ser çend mal û avahiyan de girtin.

 

Li gor agahiyan, di operasyonê de Endamê  Encûmena HDPê, Nurşat Yeşîl û yek ji rêveberên Navenda Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD) yê bi nave Dursun Demirtaş hatine desteserkirin.

 

Operasyona li Dêrsimê di desmekê de ye, ku îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên li Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin.

 

Her li gor vê biryarê, waliyên Amed, Wan û Mêrdînê li cihê serokên şaredariyan û ji bo birêvebirina karûbarên wan şaredariyan hatine erkdarkirin.

 

Herwiha îro hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, bi awayekî hevdem li 29 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, operasyon pêk anîn û li gor zanyariyan, 418 kes hatine desteser kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin