Li Dêrsimê herî kêm 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Dêrsimê herî kêm 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li herêma Dêrsimê ya Bakûrê Kurdistanê di navbera hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket .Di encama şerî de herî kêm 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

A+A-

 Li herêma Dêrsimê ya Bakûrê Kurdistanê  di navbera hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket .
Di encama şerî de herî kêm 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, derengiya şeva borî li gundê Karşilar ya girêdayî Dêrsimê şerekî giran di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û hêzên  PKKê de derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Piştî şer, Artêşa Tirkîyê li dijî gerîlayên PKK ê dest bi operasyonek berfreh kir
Di heman demî de li Wanê jî operasyon berdewam bûn û li gorî agahiyên Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, li çiyayê Tendûrekê di encama operasyonek esmanî de 4 gerîlayên PKKê jîyana xwe ji dest dane.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin