Li daristanên Çewligê birrîn û şewat berdewam in

Li daristanên Çewligê birrîn û şewat berdewam in

.

A+A-

Hevserokê KAYY-DER Ahmet Tuzun got birrîna daristanên Karacehenemê yên li navçeya Kanîreşê ya Çewliga Bakurê Kurdistanê berdewam e. Herwiha Tuzun diyar kir ku li daristanê agir jî derketiye.

Li Daristanên Karacehenemê yên li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi hinceta 'ewlekariyê' û bi piştgiriya hêzên leşkerî birrîna daran ji 6ê Cotmehê ve berdewam e.

Hevserokê KAYY-DER Ahmet Tuzun di derbarê birrîna daristanê de ji Rûdawê re axivî û got ku ew ji destpê ve birrîna daran dişopîne.

Tuzun dibêje “Cara yekem bi riya serokê Komeleya Kizilac a Kanîreşê gihîştîn me. ji me re diyar kirin ku pêşxebateke wisa heye. Li ser vê yeke em wek Komeleya KAYY-DERê, me Platforma Geliyê Perî damezirand. Li ser navê vê platformê me daxuyaniyeke çapemeniyê da. Me di daxuyaniya çapemeniyê de pirsên wekî gelo xebatek wusa dê li daristanên Karacehenemê bidome an na, gelo dê tenê li ser 35 hektar bimîne an na, û ji bo vê yekê kîjan wezaretê talîmat daye, pirs kir. Lêbelê, di 6ê Cotmehê de, me nişkeve bihîst ku komando, hêzên ewlehiyê û tîmên birêveberiya Daristanan a Çewlikê ketine daristanê û destpê kiriye.”

Ahmet Tuzun diyar kir ku wan der barê mijarê li parlamenteran geriyane û li ser israra gundiyan me bi erkdarên ku daran dibirin re hevdîtîn pêk anî û wiha berdewam kir “Li gel cendirme, kesek ku diyar kir ku ew taşeron e hat. Wî got ku ew dê birrînê bixwe bike. Lê me di 4ê mehê de di lîsteyê de dît ku îhale ji bo yekî din hatiye dayîn. Em jî dibînin ku kesê îhale wergirtiye taşeronî dike. Me dît ku îhale ji bo muxtarê gundekî nêz û cerdevanên li wê herêmê hatiye kirin. hevalê me yê Serokê Komeleya Kizilagacê bi mijarê re mijûl bû. Lê mixabin birrîn berdewam e.”

Li aliyê din, rêxistinên civakî yên sivîl ên Çewligê, ku îro çûn herêmê, bi daxuyaniyeke hevpar xwestin birrîn bê rawestandin.

Saziyên Civakî yên Sivîl diyar kirin ku ji qada ku dar lê hatine birîn re "herêma qedexe" hatiye gotin û destûr nayê dayîn ku sivîl û çavdêr bikevin wê derê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin