Li Danîmarkayê rê û resmekî dil bi xem!

Li Danîmarkayê rê û resmekî dil bi xem!

Li Danîmarkayê ji bo koça dawî ya Serokê Partîya Demokrat Pêşverû Kurd li Sûrîyê Hemîd Hecî Dewrêş merasimekî sersaxî/şînê hat pêkhanînê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di 27.10.2019 de de li Julend a bajarê Danîmarka ji bo koça dawî ya Serokê Partîya Demokrat Pêşverû Kurd li Sûrîyê Hemîd Hecî Dewrêş merasimekî sersaxî/şînê hat pêkhanînê. Di merasimê de bi mirûzkên xemgînî me temaşeyê vîdeoya bi dengê rehmetî Hemîdê Hecî Dewrêş dikir û guh dida axaftinên rehmetî.

Di merasîma ku ji 09:00 sibê destpê kiribû û heta 21:00 êvarê domand da gelek Berpirsên partîyên sîyasî yên Kurdistanî, kesên naskirî û malbat hebûn. EndamênPartîya Azadîya Kurdistanê-PAK li gel hevalê PSKê jî rêya 600 KM dabûn ber xwe û beşdarê merasimê bûn.

Bi navê endam û piştgîrên Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê çi bi rûbirû û çi bi mesaja xwe ya serxweşî û xemgînîyê dan kadir, endadam û mêvanên Partîya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûrî-PDPK. 

Wefta PAK û PSKê, ji bo ku bigihîjine çalakîyekî din, ku ji alîyê Komela Kulturî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve hatibû birêxistinî kirinê, xatirê xwe ji xwedîyên şînê xwest û vegerîyan Kopenhaginê.

Carekî dinê, em bi navê endam û piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê yên li Danîmarkayê sersaxîyê ji malbat, endam û kadirên PDPKê û sersaxîyê ji Kurdistanîyan re û hezkirîyên Hemîd Hecî Dewrêş dixwazin. Em hevparê xem û êşa we ne.

Bila serê Kurdistanîyan, serê hezkirîyên Hemîd Hecî Dewrêş sax be..

Rûpela Nû/Danîmarka

28.10.2019

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin