'Li Colemêrgê 20 sivîl bo herêma operasyonê hatine birin'

'Li Colemêrgê 20 sivîl bo herêma operasyonê hatine birin'

.

A+A-

Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) ragihand ku li navçeya Geverê 20 kesên sivîl hatine desteserkirin û piştî îşkence li wan hatiye kirin bo herêma operasyonê hatine birin.

Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) 26ê Hezirana 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine û dê girêdayî proseyê raya giştî agahdar bikin. Herwiha dibêje : “Îro endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) bo 20 kesên hatine desteserkirin çûne qereqola cendermeyan a navçeya Geverê lê li wan dane û bo parêzeran jî ti agahî nehatiye dayîn. Ev jî nîşan dide ku dixwazin ser bûyerê bigrin. Em vê kiryara dijî mirovatiyê şermezar dikin.”

Li gor Ajansa Mezopotamyayê jî li herêma Astenga Reş ku gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo li xwe digre oprasyona artêşa Tirkiyê berdewam e û leşkeran bi wesayîtên zirxpoş bi ser gundan de girtine û zarokên ku temenê wan di navbera 11 û 14an de jî di nav de hejmarek xelkê sivîl îşkence kirine û herî kêm nêzîka 20 kesan desteser kirine û bo herêma operasyonê birine.

Li gor heman ajansê ji 20 kesên ku bo herêma operasyonê hatine birin 4 ji wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne û şivantî dikirin û du kes ji wan jî zarok in. Navên 13 kesên ku bo herêma operasyonê hatine birin wiha ne:

Zozan Turgut (45), Nevin Turgut (8), Rahmi Turgut, Rojhat Turgut, Deniz Turgut, Necmettin Turgut, Nedim Turgut, Izettin Turgut, Behçet Engudar, Firat Engudar, Demhat Engudar, Birhat Engudar û Ozgur Engudar.

Li gor agahiyan, du jinên ku navê wan nehatiye zanîn û Zozan û Nevin Turgut jî hatine berdan, lê derbarê kesên din de ti agahiyek nehatiye zanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin