Li Çemankê ya bi ser Duhokê helîkopterekî ket

Li Çemankê ya bi ser Duhokê helîkopterekî ket

.

A+A-

Li nahyeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê helîkopterek ket xwarê û li gor çavkaniyekî serbazî yê nêzîkî cihê bûyerê di encamê de 7kes mirine lê heta niha sedema ketina wê ne diyar e.

Li gor nûçeyeke Ajansa Fermî ya Tirkiyê, berpirsên Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kirine ku ew helîkopter ya Artêşa Tirkiyê be.

Welatiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike vîdeoyek ji Rûdawê re şand û diyar kir ku agireke mezin ji helîkopterê bilind dibe û çend kes tê de mirine.

Peyamnêrê Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî bi fermandarekî leşkerî yê ku li nêzîkî bûyerê re ye axivî û ragihand ku 7 kes mirine.

Heta niha nayê zanîn helîkopter a kîjan welatî ye û çima ketiye xwarê. Şahidên bûyerê dibêjin ku hejmareke zêda ya miriyan heye.

Nayê zanîn helîkopter hatiye hedefgirtin an jî ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye. Her wiha ne diyar e helicopter a Iraqê ye yan a welatekî din e.

Piştî bûyerê çend helîkopterên din jî hatine cihê bûyerê. Fermandarê leşkerî da zanîn ku ji ber ku hewa ne baş e û nikarin xwe nêzî cihê bûyerê bikin hejmara mirî û birîndaran bi zelalî nizanin.

Li ser nasnameya kesên ku di wê bûyerê de mirine jî, çavkaniyekî din ê leşkerî diyar kir ku piraniya terman şewitîne û heta niha nehatine naskirin.

Bûyer 50 metre dûrî kompanyayeke petrolê qewimiye. Şahid û xebatkarê kompanyayê Heval Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku 2 helîkopter li herêmê difiriyan, yek ji wan têkçû û kete xwarê û ya din jî çû.

Helîkopter li nêzî gundê Bêrkiyatî yê nahyeya Çemankê ketiye xwarê ku li nêzî cihê bûyerê kompanyayeke petrolê heye.

Li gor nûçeyeke Ajansa Fermî ya Tirkiyê rayedarên Wezareta Bereveniyê ya Tirkiyê red kirin ku ti helîkoptereke artêşa wan li Iraqê ketibe xwarê û ragihandine ku ti helîkoptereke wan li navçeya ku helîkopter lê ketiye xwarê nefiriyaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin