Li Bedlîsê şampiyoneya kaşokê

Li Bedlîsê şampiyoneya kaşokê

.

A+A-

Li navenda kaşokê ya El Eman Xana Bedlîsê şampîyoneya kaşokê ya beza bi xizakê destpê kir. Ew organizasyona ku ji aliyê Federasyona Kaşokê ya Tirkiyê va hate lidar xistin, ji 25 bajarên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 320 werzişvan beşdar bûn.

Di emcama vê pêşbaziyê de kaşokvanên ku bi serkevin dê di fînala giştî Tirkiyê de yê mafê beşdarbûnê bidest bixin. Di vê pêşbaziyê de ji bajarên bakûrê kurdistanê jî hejmarek zêde kaşokvan beşdar bûn.

Navenda kaşokê ya El Eman Xana ya ku li ser rêya Tetwan û Bedlîsê ye ji şampîyoneya kaşokê re carek din e ku xwedî maltî dike.

Ji bo sezona 2020 û 2021ê ya şampiyoneya beza bi xizakê ji 25 bajarên Tirkiyê û Bakurê kurdistanê 320 kaşokvan di hewayek xweş de li ser pîsta sipî ji bo fînalên Tîrkiyê têkoşînek mezin dan.

Birêveberê Ciwanî û Werzîşê yê bajarê Bedlîsê Bîlal Elkatmiş “Di vê pîstê de grubên di Û12 û Û21 beşdar dibin. Yanî yên temenê wan di bin 12 û 21 in beşdar dibin. Di kategoriyên cuda cuda de pêşbaziyên me dewam dikin. Di encama vê pêşbaziyê de werzişvanên ku bi serkevin, dê mafê beşdarbûna fînalên Tirkiyê bidest bixin.”

Ev pêşbaziya jî aliyê federasyona kaşokê ya Tirkiye ve tê lidarxîstîn, dê du rojan dewam bike û di emcamê de werzişvanê ku derece bistînin dê mafê  beşdarbêna pêşbaziya fînalên Tirkiyê ya kaşokê bidest bixin. Bajarê ku yê fînala kaşokê lê were kirin hêj ne diyar e. Federasyona kaşokê dê li gor rewşa keş û hewayê  yan Erziromê yan ji Bolû hilbijêre. 

Antrenor Sedat Doymaz: “Di emcama vê pêşbaziyê de ji sedî 60 beşdarvanên vê pêşbaziyê dê mafê beşdarbûna fînalên tîrkiyê bidest bixin. Em difikirin ku şampiyoneya Tirkiyê li bajarê xwe bikin înşelah. Her tişt gelek di rê de ye. Zêdetirî hefteyeke em dixebitin li ser haziriyan.”

Ji bajarên wek Colemêrg, Bedlîs Agirî, Mûş û Qersê jî hejmarek zêde werzişvanen kaşoke yên kurd jî ji bo fînalen Tirkiye li ser pîstên sipi xwêdan rijandin.

Kaşokvan Nûrseven Çolgeçen: “Berf hinek nerm bû, ji ber wê jî kaşoka min nediçû.”

Kaşokvan Evîn Kose: “Ji Mûşê em 12 werzişvan hatin. Em jî dixwazin ku emcamek baş bi dest bixin.”

Kaşokvan “Ez hêviya dereceyekî nakim. Lewra gelek zor e.”

Kaşokvan Zozan Maltaç: “Em di 5 kîlometreyan de reviyan gelek zor bu. Berf jî heliya bû.”

Kaşokvan Ferat Aykir: “Zehf zor bû, me xîret kir û xilas bû.”

Kaşokvan Cûmalî Dogan: “Hedefa min bo 2021a EOF e. Yanî Fînlandiya pîştî wê jî olîmpiyat e hefa mîn. Ez jî xelkê Agîriyê me.”

Kaşokvan Eyup Guler: “Neyeta min çûyîna ji bo kupaya cîhanê ye.

Kaşokvan Rojbîn Aşka: “Ez ji Geverê me. Em ji Geverê gelek werzişvan hatine, texmîn dikim ku em 50 kes in. Herî zede tîma me ye. Armanca me, em qezenc bikin. Helbet em naxwazin ku winda bikin. Îsal şampşyonî ya me ye. Me niyet nîne em yekemîniyê jî dest bidin.”

Kaşokvan Şefîk Yaşar: “Werzişvanên me yên gelek baş hene. Hemû jî werzişvanên netewî ne. Înşelah bi dereceyên baş em ê bizivirin welatê xwe.

Kaşokvan Elîf Aşkin: “Ez ji Dêrsimê hatime. Werzişvanên me jî hatine. Pêşbazî hêj jî xilas nebûye. Her tişt gelek baş e. Ez ji herkesi re serkeftin dixwazim.”

Dirêjahiya pîsta navenda kaşokê ya El Eman Xana Bedlîsê 2 hezar 500 metre ye û bi vê taybetmendiya xwe ev navenda her sal ji pêşbaziyên bi vî rengî re  mazûvantiyê dike.

Abdulselam Akinci /Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin