Li Batmanê jinekê 39 salî birîndar hat dîtin

Li Batmanê jinekê 39 salî birîndar hat dîtin

Li Batmanê jineke bi navê Cemîle Aydin a 39 salî, li ber Çemê Batmanê ji serê xwe birîndarkirî, ji alîyê welatîyan va hat dîtin.

A+A-

Doh, li Batmanê, jineke bi navê Cemîle Aydin, li kêleka otomobîlekê bi plakaya 72 EP 155, bi awayekî birîndar hat dîtin.

Cemîleya 39 salî ku wexta ji alîyê welatîyan va, li ber Çemê Batmanê bi awayekî tesadufî hat dîtin, ji serê xwe bi teqeyan birîndarkirî bûye.

Li gor agahîyên Komîsyona Jinan a Baroya Batmanê ji Rûpela Nû/ Çarpel Haberê ra dan, Cemîle Aydin rakirine Nexweşxaneya Bolgeyê ya Batmanê û di bin çavdêrîya bijîşkî da ye û digel ku tawanbarek hebe jî Dozgerî li benda beyanata Cemîle Aydinê ye ku kujer were tespîtkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin