Li bakurê Kosovoyê alozî: 25 leşkerên NATOyê birîndar bûn

Li bakurê Kosovoyê alozî: 25 leşkerên NATOyê birîndar bûn

.

A+A-

Di xwepêşandanên li bakurê Kosovo de, ji ber êrîşa hejmarek welatiyên Sirb 25 endamên Hêzên Aştîparêz ên li Kosovoyê ku NATO serpereştiya wan dike birîndar bûn.

Li navçeyên Leposavic, Zveçan û Zubin Potok li bakurê Kosovoyê ku piraniya wan Sirb in, di navbera welatiyên Sirb ku li dijî tayînkirina şaredarên Alban li herêma xwe ne û hêzên ewlehiyê yên Kosovo û hêzên Aştîparêz ên NATOyê de pevçûn çêbûn.

Polîsê Kosovoyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Xwepêşanderan bi bikaranîna tundiyê û avêtina gazên rondikrêj hewl dane rêbend û astengên ewlekariyê derbas bikin û bi zorê biçin nav avahiya şaredariyê.”

Li gor daxuyaniya Polîsê Kosovoyê, hêzên wan neçar bûne bi rêkarên yasayî dawî li xwepêşandanan bînin û rewşê kontrol bikin.

Piştî aloziyên li bakurê Kosovoyê, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî ragihand, 3 ji wan leşkerên KFORê ku di aloziyan de birîndar bûne, leşkerên Îtalyayê ne û bang li hemû aliyan kir, ji bo aramkirina rewşê gavan bavêjin.

NATOyê jî têkildarî bûyerên li bakurê Kosovoyê daxuyaniyek weşand û ew alozî şermezar kirin û diyar kir, ew bûyer nayên qebûlkirin.

Berdevka NATOyê Oana Lungescu di daxuyaniyekê de ragihandiye, di pevçûneke navbera hejmarek kesên Sirb ên ku li ber Şaredariya Zveçan a li bakurê Kosovoyê protesto dikirin û hêzên KFOR'ê de, hejmarek hêzên Aştîparêz rastî êrîşê hatin û birîndar bûn.

Di daxuyaniya NATO de tê gotin, “Divê demildest ew tundî bên rawestandin. Em ji hemû aliyan dixwazin, xwe ji wan kiryaran dûr bigirin ku dibin sedema zêdebûna aloziyan û dê alî dest bi gotûbêjan bikin.”

Di Nîsana sala bihorî de hilbijartinên xwecihî yên şaredariyan li Kosovoyê hatin lidarxistin û Sirbên nîştecihê wî welatî hilbijartin boykot kirin. Sirbên Kosovoyê daxwaz ji hikûmeta wî welatî kirin ku saziyeke Sirb ava bike daku serpireştiya karûbarên saziyên perwerdehî, tendirustî û geşepêdana aborî ya Sirban bike.

Lê belê di hilbijartinan de ku bêyî beşdariya Sirban birêve çû, kesekî Alban wek Serokê Şaredariya Svisça ya Kosovoyê hat hilbijartin, Sirbên herêmê jî li wê yekê nerazî ne û wek nerazîbûn li berdem avahiya şaredariyê dest bi xwepêşandanê kirin û rê nedan ku serokê nû yê şaredariyê dest bi karê xwe bike.

Serokê Sirbistanê Aleksandar Vučić ragihand ku 50 welatiyên Sirb di wan xwepêşandanan de birîndar bûne ku birîna 3 ji wan giran e.

Aleksandar Vučić gotiye, ew kes bi guleyên hêzên taybet ên Alban birîndar bûne.

Piraniya nîştecihên Kosovoyê ji netewa Alban in, lê li herêmên bakurê wî welatî piraniya xelkê Sirb in. Piştî şerê Balkanê yê 1998-1999an ku NATOyê êrîşî Sirbistanê kir, Kosovo di bin serpireştiya Netewên Yekbûyî de dihat birêvenirin û sala 2009an di referandumekê de serxwebûna xwe ji Sirbistanê ragihand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin