Li ba Ahmedê Xanî peywendiyên jin û mêran, evîn û erotizm

Li ba Ahmedê Xanî peywendiyên jin û mêran, evîn û erotizm

.

A+A-

Murad Ciwan

Ahmedê Xanî çend ku alimekî dînî yê dîndar e, ew çende jî mutefekkirekî dunyewî ye. Wî gellek hay ji dîrok, efsane, destan û menqiben dewra xwe, hay ji ilmê stêrnasiya wê demê, hay ji zanyariyên îctîmaî(sosyolojîk, etnolojîk), ji ilmê hîndekriyê, ji nefsiyatê heye. Ew xweş dizane ku jiyana însanan û ya civakê ne bes ji kar û barên aborî, dînî û manewiyata bilind pêk hatiye. Li ba Ahmedê Xanî aheng, kêf, şayî, dawet, derbaskirina demê bi mujûliyên xweş, bi şevbêrkên aheng û reqs û stranan, bi setrenc û sohbetan, bi ziyafetên xwarin û vexwarinên curbecur, bi nêçîrvaniyê perçeyekî ji jiyana tebîî ye. Ew jiyanê bi evindariya heqîqî û ya mecazî û bi jihevhezkirinê û erotizmê tebîî dibîne.

Loma jî mirov dikare bêje ku ji sedemên afirandina Mem û Zînê yek jê jî ev hişyarî û hayjêhebûna piralîtîya civakê ye. Wiha dibêje Ahmedê Xanî:

Da xelq nebêjitin ku Ekrad
Bê ma’rîfet in bêesl û bunyad
Enwa’ê milel xwedan kitêb in
Kurmanc tenê di bê hesêb in
Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc
Işqê nekirin ji bo xwe amanc
Têkda ne di talib in ne metlûb
Vek ra ne muhib in ne mehbûb
Bê behre ne ew ji işqebazî
Farix ji heqîqî yû mecazî

Ew, gellekî qîmetê dide kurdbûneke piralî û dagirtî ya şaxvedayî. Wî divê civakeka Kurd a welê li ber çavê cîhanê raxe da herkes bibîne ku ev millet yekî xwedan ma’rîfet, biesl, bingeh û xwedan kitêb; an go xwedan kultur û edebiyateka bilind e. Wî divê ku yekî gava bala xwe da civaka Kurd, nebêje ku Kurdan evîn ji xwe re nekirine armanc, evîn û evîndarî di nav wan de tuneye, wan hay ji evîna heqîqî û mecazî nîne.

Ev yek dide nîşandan ku qasî ew hay ji Kurdîtiyeka piralî heye, ew qasî jî dizane evîn çiye. Ew rûmeteka bilind dide evînê. Ahmedê Xanî gava çîroka Mem û Zînê xelas dike careka din vedigere ser wê yekê ku çima ev esera mewzûn nivîsiye û wiha dibêje: Ey guhdêrê çîrok û efsanan û yê ku tu fikr û qenaeta xwe li ser wan didî! Xanî ji qedeha evînê dîn bû, ew çeraba şor pê şêrîn bû, wî hinde vexwar ku îdî hay ji gotinên xwe nema. Ew bi kêfa emirberiyê mest e, dîwane ye, loma jî li gorî adetan divê ew mazûr bê dîtin. Gêj e, meyxwir û serxweş e, loma ew welê badefiroş û bi teşwîş e, têkilhev e. Herçî kesê ku dibêje ew[tiştê ku Xanî dibêje] hewa û vala ye, heke guhê xwe bidiyê [wê bibihîze] ku ew awaza neyê ye. Ew ney ne helal û ne jî heram e; bêperde ye, lê ne bêmeqam e. Bi Kurdî, Erebî, Farisî û Derî ye; min ew ji leyistik û yariyan bi hev xistine. Hinek jê ji efsaneyên Botan in, hinek jê jî bahane û buhtan in. Bi lehceyên Bohtî, Mihemmedî(belkî jî Mehmûdî… Wê gavê dibe lehceya Hekariyan û Bahdînan M.C.) û Silîvî ne. Hinek wekî la’l(cewherê sorM.C) hin jî ji zêr û zîv in. Hin jê kermorî ne, hin morîk û hin mirwarî ne, hinekên wan şeffaf, rohnî û zelal in, lê hin reş û tarî ne. Min wekî biçûkan ew rêz û nexş kirine û anîne meydana bazarê û çarşiyan. Ji wan hin çîrok, hin jî mîsal in, hinek heram û hinek helal in. Her çîrok xwedanê ders û îbretekê ye, heke meriv bizanibe, her mîsal xwediyê şîret û pendekê ye.

Lakin [divê tu bizanî ku] armanc{a Ahmedê Xanî] ji vê got û bêjê, meqseda wî ji vê hela hela û coşê ew e ku ew rindî û rûmetbilindiya evînê eşkere bike û mukemaliyet û têgihîştina wê îsbat bike.1

Di vî beşî de em dixwazin di çarçewa Mem û Zînê de li ser wê yekê rawestin ka Ahmedê Xanî di civaka Kurdan de roleka çawa daye jinan, çarçewa baweriyên wî di mesela têkiliyên jin û mêran de çi ne, di van têkiliyan de evîna navbera jin û mêran heta çi dereceyê pêş de çûye.

Ahmedê Xanî him alimekî dînî yê ehlê sunne ye hem jî mutesewwuf û mutefekirek e. Wî di Mem û Zînê de û di berhemên xwe yên din de, evîna “heqîqî ” û ya “mecazî ” qenc ji hev cuda kiriye û rûmet daye her duyan jî. Divê em bibîr bînin ku evîna ku li ba me evîna heqîqî ye, ango evîna navbera însanan, li cem mutesewwufan wekî evîna mecazî tê qebûlkirinê, ew bi eksê me, evîna îlahî, evîna ji bo Xwedê û pêxemberî evîneka heqîqî dibînin. Li cem Ahmedê Xanî jî ev wiha ye. Evîna Mem û Zînê ji hev re wekî evîna “mecazî” destpêdike, bilind dibe, naveroka xwe diguhêre û dibe evîneka “heqîqî ” ya îlahî. Helbet li ba Ahmedê Xanî rutba evîna “heqîqî” ya îlahî, gellekî payeberz e, lê ev yek rûmeta evîna navbera du însanan naxe, bileks ew pêpelûkek e ku însanan dighîne wê merteba bilind.

Tiştekî ji vê jî balkêştir ew e ku Ahmedê Xanî, ne ku evîna navbera însanan welê tenê mucered, bi romantîzmeke moral û manewiyat bilind dipesinîne, ew her wiha berê xwe dide rastiya însanan û têkiliyên navbera evîndar û evandiyan; ew têkiliyên maddî, psîkolojîk û erotîk ên di hundurê evîna jin û mêran de bi hev re dihûne û evîndariyê bi vê realîzmê berpêş dike. Li ba wî pir tebîî ye ku evîna navbera du evîndaran bi viyan û têkiliyên cînsî û bi erotîzmeka helal a şeri’yeta dînî û estetîkeka bilind têkilhevkirî be. Em ê pişt re berfirehtir werin ser mesela evîn û erotîzmê li cem Ahmedê Xanî.

Berî evîndariya maddî û manewî yan jî ya “heqîqî” û “mecazî” me divê em li ser rola jinan û têkiliyên jin û mêran di wê civakê de rawestin ku Ahmedê Xanî teswîr kiriye û pesinandiye. Mem û Zîn esereka mewzûn e ku bi awayekî destanî evîna navbera du evîndaran dihûne. Lê ew pê re jî civakeka piralî ya jiyerê dem û dewranekê radixe ber çavê me. Bûyer li nav Mîrîtiya Botan derbas dibe; yanî civakeka Kurd a musulman û patriyarkal ku ji alî dewleteka feodal tê temsîlkirin. Hukumdarê wê, qanûnên şerîeta îslamê dimeşîne; ew bi xwe hukumdarekî hakimê mutleq e. Tenê mesûliyeta wî li hemberî Xwedê û pêxember û li hemberî şerîeta Îslamê heye. Ew xwedan hukumet, leşker, dîwan, muhafiz, zîndan û teb’ayên cuda cuda ye. Wî heyeta meşweretê heye ku ji mezinên eşîr û qebîlên Kurdan pêk hatine. Ên ku tabiên wî ne ne ku Kurd tenê ne lê eşîr û qebîlên Ereb û Eceman ji di nava wan de ne. Mîr, xwedanê hukumranî û dewlemendiyeka bêhidûd û xwedanê exlaq û manewiyatek bilind e.

Qehremanên çîrokê ji asilzade û xanedanên Kurda ne; Zîn û Sittî her dû jî bi xwe xwişkên Mîr Zeyneddîn in ku wê gavê hukumran e, dildarên wan Memo û Tacdîn hem bi eslên xwe şehzade ne; yek jê kurrê katibê dîwanê ê din jî kurê wezîrê dîwanê ye û ew bi xwe jî, di rutbeyên mezin ên xanedaniyê de wazîfedar in. Tacdîn çeşnîgirê(ew ê ku Mîr ji herkesî pirtir baweriya xwe pê tîne û her gava ku xwarina Mîr tê, berî Mîrî ew jê tam dike û îsbat dike ku jahrî tê de nîne, da hergav Mîr xwarina bê jehrî bixwe ku kes nikaribe jehriyê bide Mîr û wî bi sûîqastê bikuje) Mîr e, Memê jî serekê muhafizên wî ye. Yanî çîroka vê evînê di nava tebeqa xanedan de derbas dibe, pirtir jî meriv dibe şahidê cejn, dawet, evîn, şer, şahî, dawet, kul û derd û zîndanên civaka aristokrasiyê. Lê carinan dêmenên civaka “‘am”, tebeqên ahalî yên nexanedan jî tên teswîrkirin ku bi saya wan meriv fikreka ne têr zelal be jî li ser têkiliyên jin û mêran yên civakî peyda dike.

Heke em werin ser rola jinan di Mem û Zînê de, em pêrgiyî manzereka bi vî awayê jêrîn dibin: Bi nav û şexsiyeta xwe ya berbiçav sê jin hene di Mem û Zînê de; yek jê Sitî ye, a duduyan Zîn, a sisiyan jî Hayzebûna dayîna wan e. Her du yên pêşîn xwişkên Mîr in, esilsazade ne, di seraya haremê de dijîn, gava destan destpê dike ew bakîre ne, ciwan in. Ahmedê Xanî bi pesindayinek nedîtî pesnê xweşikiya wan dide ku herkesî dîn dikin. Piştî ku ji nesla xanedaniyê ne, dayîneka wan heye ku navê wê wekî me li jor got Hayzebûn e ku wan mezin dike, terbiye dike, di derd û kul û adet û jiyanên dinyayê û xanedaniyê de wan digihîne. Her wiha wekî dayîna wan, dibe sirdaşê derd û kulên wan, birînên wan derman dike, gava dikevin tengasiyê, riyên xelasî û firehiyê ji wan re dibîne. Gava Sitî û Zîn, roja Newrozê dilê xwe dixin du kuran(lê ew dibêjin qey ew keç in) a ku gustîlkan dibe diçe ba remildar, falekê vedike û fahm dike ku ewên gustîlên xwe bi keçan guherîne ne keç, lê kur in û Memê û Tacdîn in, Heyzebûna dayîn e. Ew di navbera keç û kuran de diçe tê mesajên wan ên dilketinê û pişt re jî yên teklîfên zewacê dibe û tîne. Ew rê li ber vedike ku xwazgîniyên Tacdînî herin Sitîyê ji Mîr Zeynedînî bixwazin. Gava daweta wan çê dibe li aliyê haremê ya ku serpereştiya amadekirina bûkê dike û cariye û xizmetkaran bi çar alî dide xizmetê, ew e. Gava Mîr, reda dayina Zînê ji bo Memoyî dike û wî davêje zîndanê û gava ji ber vê Zîn nexweş dikeve û xwe li hundur hebis dike, sirdaşê wê Dayîn e, gava Zîn îcaza Mîrî werdigre ku biçe li zîndanê Memê bibîne, ya ku dide pêşiya Sitîyê, cariyan û Zînê dibe zîndanê digihîne Memê cardin Dayîn e. Piştî ku Memê dimre û Zîn jî li pey wî diçe mirinê heta ber gorrê ya ku li pişt Zînê ye, di ber barê wê de radibe her dayîna Heyzebûn e.

Her çendî ev hessasî, aktîfî û dilovaniyên Dayînê hemû bi qelema Ahmedê Xanî di Mem û Zînê de diyar dibin jî meriv pê dihese ku Ahmedê Xanî piçekî rexnegir e li hemberî Dayînê, pir jî wê naecibîne, heta wê bi belaya salê, ecûzetiyê diwesifîne. Baş ne diyar e ku çima, lê muhtemelen ji ber wê yekê ye ku ew di navbera keç û kuran de navberçîtiyê dike û pirtir jî ji bo ku ew xwe dispêre remildariyê, baweriya xwe bi fa’l û remlan tîne. Çimkî em dizanin ku Îslamiyet her çendî remildariyê wek realîte qebûl dike, baweriya xwe bi tesîr û hukmê wê tîne jî, karekî qenc nahesibîne wê gunehkar dike.

Sitî, di Mem û Zînê de ne xwedanê roleka Mezin e. Ew dilê xwe dixe Tacdînî, pê re dizewice û li mala xwe jiyaneka asûde ya ne li ber çavan dijî. Carekê du caran dere dibe sirdaşa Zînê, qasî ku Tacdîn li ber trajediya Memê dikeve ew jî li ber Zînê dikeve. Piştî vegera Mîrî ji nêçîrê, gava Tecdîn dibîne ku Mem û Zîn di tengasiyeka bêhesab de ne, diçe agir bi mala xwe dixe ku Mîr û maiyeta xwe berê xwe bidin agir û bi vê firsendê her du evîndar ji tengasiyê xelas bibin, meriv hîs dike ku Sitî bi mêrê xwe re di vê operasyonê de cîh digre. Wexta Zîn dere zîndanê, Sitî wekî destek û dilşewitiya wê bi wê re ye. Rola Sitîyê ji vê ne wêdetir e.

Lê Zîn di esera Xanî de weka şehzadeyeka muzir a nazdar dest bi macerayê dike, dibe evîndara Memê, bûyer werre diguherin ku ew xwe nagihîne Memê, evîndarê wê dikeve zîndanê, ew dest pê dike bi agirê evînê ê cudayîyê dişewite. Çawa Mem di zîndanê de ji evîna Zînê berê xwe dide evîna îlahî, Zîn jî ji evîna Memê ber bi evîna îlahî de diguhere û digihîje merteba bilind. Zîn jî îdî Memê ne wek dilketiyê xwe, lê wek murşîd û rêberê xwe dibîne û bi vê digihîje evîna îlahî. Di van teswîran de Zîn îdî ewliyayek e ku bi her awayî ji dunyayê qut bûye û xwe evêtiye behra manewî ya îlahî. Li gorî Ahmedê Xanî her du jî di ronahiya evîna “heqîqî” ango ya îlahî de xerq dibin, gava şehîd dibin digihîjin merteba herî bilind.

Di Mem û Zînê de, wekî din, jin bi anonîmîya xwe cîh digrin, ew xanim û xatûnên serayan, cariye, reqas û mûsaqajenên hareman, keçên xama, jinên Bohtan in ku di cejn, aheng, dawet û şîn û şahiyan de diyar dibin û li ser rola jinan, li ser têkiliyên mêr û jinan di civaka Bohtan de fikrekê didin mirovan.

Seraya harema xanedaniyê bi xulam, xilman, cariye an perestaran dagirtî ye ku ev li ber destê Mîr û mala wî ne. Ev cariye her wiha di xizmeta Sitî û Zînê de ne jî. Bi wesîla van xizmetkarên haremê, jin(helbet di vê civata patriyarkal de ne tenê jin, mêr jî xizmetkar in) wekî xizmetkar, cariye û berdestên kesên xanedaniyê, wekî mûsîqajen û reqas, wekî sakî derdikevin sahnê. Ew anonîm in, car bi car wekî kategoriyekê diyar dibin, bi sedaqet û qebûlî xizmeta efendî an xanim û xatûnên xwe dikin.

Jinên tebeqa xanedan û yên arîstokratiya dora wan, di demên jiyana rojane ya tebîî de li koşk û serayên xwe li beşê haremê dimînin, zû bi zû kesên tebeqên xelkê wan nabînin, ne bi nav û dengê xwe be, bi fizîka xwe nayên nasîn. Ew jî prensîbên hukumraniya patriyarkal dimeşînin, gava Mîr qebûl dike ku Sitî bi Tacdînî re bizewice, daweteka nedîtî li dar dixin, lê gava Mîr red dike ku Zîn bi Memê re bizewice, kes nikare li ber biryara Mîrî rabe, Zîn dikeve hundur, ji ber agirê evîna Memo roj bi roj dihele û ber bi mirinê diçe, lê qet carekê be jî nikare bêemriya Mîr bike. Hetta Mîr nebêje “erê”, ew jî û hemû jî dizanin ku Zîn nikare xwe bigihîne Memê.2

Lê tevî vê jî Sitî û Zîn belkî jî ji bo ku ji tebeqeya serdest a xanedaniyê tên, di Newrozê de dikarin muzuriyekê bikin; cilên kurikan li xwe kin û herin sûkê, nava xelkê. Balkêşiya din jî ew e ku Ahmedê Xanî her di eynî wextê de cilên keçikan li Memê û Tacdînî dike û wan bera nava sûkê, şahî û ahengên Newrozê dide. Ya ji van jî balkêştir ew e ku di evîndariya Mem û Zînê û Sitî û Tacdînî de yên aktîf ku derî li pêşveçûna evînê vedikin keç in. Zîn û Sitî ji dayîna xwe ra dibêjin ku here ji Memo û Tacdînî ra bibêje ku em ji wan hez dikin, heke wan jî em divên bira herin me bixwazin, çimkî ji ber heyayê em nikarin herin wan bixwazin3

Esas gava meriv bi meselê ve biçe, xwiya dibe ku Ahmedê Xanî di civakê de rola serbestiya heta dereceyekê ne ku tenê daye jinên tebeqên serdest, daye yên din jî. Di Mem û Zînê de, bi munasebeta Newrozê, bi munasebeta daweta Sitî û Tacdînî û bi ya şîna li ser mirina Memê û Zînê, jin û mêr bi hev re derdikevin meydanê bi hev re aheng digrin, şahî û şînên xwe bi hev re dikin.

Ahmedê Xanî ahengên Newrozê jî bi vî awayî teswîr dike:Zanayê rîsipîyê bi umur ê ku ev çîrok ji me re got, rewş bi vî awayî teswîr kir: Got: Adetê pêşî yê zemanan li hemû cih û deran wiha bû ku gava roj digeriya dihat ser meha Adarê û ku dibû sersal, qet kes di mala xwe de nedima. Roja ku dibû îda Newrozê ji bo rûmetdana wê roja dilronahîker a pîroz, heta bigihîje pîr û kalan jî hemî ji malan diçûn der, çol û mêrg dikirin meskenê xwe, beyar û deşt dikirin wekî gulşenekê. Bi taybetî kurên ezeb û keçên bakîre, yanî wan cewherên nadir, hemûyan jî bi xeml û xişrên xwe bala xwe didan hevdu. Helbet ne bi tuhmet û minnetê lê bi riye sunet û şerîetê. Çimkî qesda wan a çûyina ji bo geştê, seyrangehê û gerra li mêrg û deştê, ew bû ku çi yê daxwazkirî çi yê daxwazkir, yanî hem evandî hem jî evîndar hevdu bibînin, rastî hemtayên xwe werin û hev du biecibînin.4

Gava Newroza wê salê tê ku Mem û Zîn û Sitî û Tacdîn rastî hev tên û dibin aşiqên hev, cardin bi vî awayî xelk derikevin dervayî bajêr, cihên aheng û şahiyan: … Xanim û xatûn jî rabûn çûn bîstan û baxçeyan, bi çûna wan welê lê hat wekî ku bîstan bi gulan tijî bibin. Keçên wekî horiyan bêyî ku xwe piştperde bikin, bêwestan û bi bê minnetî ew ciyên wekî cennetê kirin meskenên xwe. Xortên nûgîhayî, keçên bakîre yên rind, hemî bi zulf û xalên xwe yên pak, ew keçikên memikgilover, ew rûsipehiyên wekî qumaşên xas ew ên cemala wan wekî metaên sipehî hemiyan rindî û sipehîtiyên xwe rê hev didan, pêşkêşî hev dikirin û texmîna rindiyên hev dikirin. Di bazarê de hemû sewdakirê evînê bûn, hem firoş û hem jî bikirên evînê bûn5 Di wê Newrozê de gava Mem û Tacdîn qiyafetên keçikan li xwe dikin û derdikevin nava sûka Cizîrê, rastî aheng û şahîyên keç û xortan, jin û mêran dibin. Ev ahenga li kolanan hema hema karnavalên îroyîn ên Brezîlyayê tînin bîra mirovan: Dîtin ku di mehelle û zikakan, di her kuçe, ode û penceran de sed taze ciwanên wekî serwîyan; cilên hevrîşmîn ên giranbuha li bejna wan, pêncsed ji keç û kur û gencan û bi qasî wan jî ji kesên pîr û kalan her awe jin û mêr; hin tazî û hin bicil; hinek malmezin û eşraf, hinek ji tebeqeyên binî, kesên bênavûdeng, hin pêxwas û hin serqot; serên wan wekî gogan û piyên wan wekî kaşoyan; hinek sermest û hinek serxweş ji westanê hinek bîhnçikiyayî û hinek bi hilkehilk, hinek diaxivin û hin bêdeng; hin dibezin hinekan ji tirsa rengavêtî, hin serşikestî, hin kincdiriyayî, hin aqilrevandî û hin şaşmayî hinekan dikirin hewar û gazî, hinekan aqilê xwe wenda kiribûn; her yek biawayekî bûn û her yek ketibû rengekî, her yek bi cefayekê bûbû cîgerxûn6.

Gava daweta Sitî û Tacdînî dest pê dike jî, jin û mêrên bajêr cilên xwe li xwe dikin, xwe dixemilînin û derdikevin temaşa dawetê, wekî ku pêlên behran rabin û li hev kevin ew jî bi vir de û wirde pêl didin kêf û cumbuşê dikin7 Hemû bengî û serxweşên Bohtan rabûne govend û leystik û lotan. Rabûne bêrîte, sema, saz û govendê ew horî, melek û perîyên şîrîn, şekerlêv û şekerken, kirasgul, kefîyasemîn, zêrînkemer, kofîxwar, rûmah û biskreş, yên sîmîn beden û biskyasemîn, yên rûsêv û memikhinar, yên bi piştziraviya wekî mû, keziyên wan wekî maran, yên çardesalî yên xwedan ebrûyên reş, keçên bakîre û xama, kurên nugîhayî bêkar, lawên cênîk zumrud, hinek xweşdeng û hinek xweşreng, hin dibeziyan û diçerixîn û hin dilukumîn. Hemî jî ji înada wê feleka kevnar a piştxûz re ya bûbûn wekî çemberekê bi reqs dizîvirîn, yan bûbûn wekî zincîrekê li pey hev govend digêrran. Komên wan wekî komên stêrkan diçirûsîn. Bi vî awayî di daweta Sitî û Zînê de heft roj û şevan bi temamî kirin aheng û şay?. Ne tenê di cejn û dawetan de, lê di şînan de jî tê dîtin ku jin û mêrên bajêr bi ‘am û xasên xwe ve, derdikevin nava bajêr û bi hev re dibizivin, diçin û tên. Gava Memê di zîndana Mîrî de şehîd dibe, qêrîn û hawar dikeve nava bajêr, jin û mêr bi hev re derdikevin kolanan:

Go: can ku ji hebsê ten cuda bû
feryad û fîxan di şehrî rabû

bû welwele û fîxan û zarî
bû zelzele û bezîn û hewarî

Bohtan, ji mezin heta biçûkan
nîswan û keç û benat û bûkan

e’yan û ekabir û ealî
mîrza û ruwal û laubalî

yek ferd nema di şehrî dilxweş
bilcumle di serxweş û muşewweş

Vêkra dibezîn bi ser Memê ve
Wan derd birin bi ser xemê ve

Gava cenazê Memê radikin jî bi jin û mêrên xwe hemî ahalî li pey wî dikevin merasimê diçin heta ser gorra wî, dikin şîn û hewar û gazî: Di bajêr de çi qas însan hebûn hemî jî bi kincên şînê bûn. Eşrafên bajêr, xatûn, jinên poşîkirî û piştperde, yên kezîvekirî, yên bi kulahên bi tenê hemiyan ji serî heta bi piyan reş girêdabûn, hemûyan poşiyên serê xwe û ser ruyê xwe dabûn aliyekî avêtibûn û bi dil û can ji bo Memê şîn girtibûn. Jinên ku li ser miriyan distiran, dilşewitiyên wî û Dayîn hemî bi hev re dinaliyan û diqîriyan wekî teyrê goyîn9.

Ew jin û mêrên ku di cejn, dawet, şahî û şînan de bi hev re ne, em dibînin ku di derekê de ne bi hev rene: Ew jî wê demê ye ku gava mîr li hemî mêrên Bohtan ferman dike da xwe amade bikin, biçin nêçîrê. Bi mîr, reîseşîr û hemû ahaliyên xwe ve hemî mêrên Bohtan berê xwe didin nêçîrê, ji bilî jinan kes di malê de namîne. Xwiya ye nêçîr ji aheng û leystikeka şerî hesab dibe ku ciyên jinan di vê derê de nayê dîtin.10

Berî ku em mesela têkiliyên jin û mêran xelas bikin, me divê em li ser tiştekî din ê balkêştir rawestin ku ev jî wê li ser têkiliyên civakî yên wê demê fikrekê bide me. Di beşê daweta Sitî û Tacdînî de, Ahmedê Xanî dibêje ku gava bûk tevî berbûriyan tê ber qesra zavê, Tacdîn li ser banî ye û pere û mucewheran li ser serê bûkê direşîne da ku berbûrî ji xwe re berhev kin. Gava Ahmedê Xanî wê sahnê teswîr dike, dibêje ku xelkê berbûrî bi belengaz, jar û dewlemendên xwe ew qas pere, zêr û zîv û mucewher berhevkirin ku îdî di nava xelkê de feqîr û belengaz, parsek û birçî neman, her kes welê halxweş bû ku wan kesên tolaz ên jinperest û lawperest ên ku bi peran li pey jin û lawan digeriyan îflas kirin, êdî halê her kesî xweş bû, nema mecbûr man ku xwe bi peran bifroşin11. Ev, wê yekê dide diyarkirin ku di wê civaka feodal a girtî ya patrîarkal de kesên ku bi peran ji xwe re jin û law dikirîn hebûn û di kategoriyên civakê de kesên welê belengaz û birçî hebûn ku wucûda xwe difrotin û pê jiyana xwe didomandin. Her wiha em vê yekê jî dibînin ku ne diyar be bi çi asanî an dijwariyê bûye jî têkiliyên fuhûşê û homoseksueliyêdi vê civatê de riya jiyanê ji xwe re dîtine.

Evîn û Erotîzm

´Li gora dîtina Xanî, çawa ku merkeza gerdûnê û amaca afirandinê mirov e cewherê jiyanê jî evîn e; evîn e ku bakutê dide jiyanê bê evîn jiyan rijî û bêmane ye. Lê belê evîn ne yek alî ye; Xwedê yar û evîndar li hevberê hev afirandine. Gul û bilbil, find û firfirok, yarên dilkêş û evîndarên derdkêş gişt parçe û beşên jînê ne; gişt ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin û jîn bi wan hatiye xemilandin.”12 Bingehê evînê rindî ye, lê divê neyê jibîrkirin ku rindî jî du awe ne; rindiya maddî ku rindiyeka xapînok û derbasok e. Lê ya esasî ew rindiya manewî ye ku ya îlahî ye û ebedî ye, gava meriv berê xwe didiyê her ku diçe meriv pirtir pê ronahî dide, pirtir paqij dibe, pirtir mezin û bilind dibe: çi şêx , çi mela û mîr bin, çi jî derwêş, dewlemend an feqîr bin, kes nîne ku nebe viyerê rindiyê, nebe xwezîkarê gihîştina cem yarê. Lê daxwaza hinekan rindiya ebedî ye, hinek jî dibin daxwazkirê qalibê vala yê bêhukm. Birastî daxwaza hemîyan herçî yek e; ew jî dost e, lê ferqa navbera wan wekî ferqa navbera mejî û post e.13

Evîn neynikeke Xwedênîşander e, wekî rojê ronahiyê li dora xwe belav dike Divê meriv nefikire ku di nêzîktirîn rê re xwe bigihîne armanca xwe û xwe ji riya ser evîna heqîqî dûr nexe. Çimkî ew cewherke xweş e, eynî wekî kîmyayê ye, meriv bi tevayî diguhêre. Ew giranbuha ye divê meriv qîmeta wê zanibe Exlaq û tebîetên ku wek sifrê neqelakirî û necîlakirî ne, dilên ku qelp in û zengarî bûne, evîna heqîqî wekî cewherekê wan paqij dike , safî dike û dibiriqîne. Her kesê ku qesda evînê bike ew ya yê xwestî ye yan jî yê daxwazker e. Evîn mirêkeka eksnîşandera bê mîsal e, xezîneyeka veşartî ye ku bêdawî ye. Kes nîne ku ji evînê bêpar be, îlla ku yekî ji zewqê bexeber nebe. Herkes bi qasî xîret û bikêrhatina xwe îrada xwe di vê riyê de serf dike. Lê piraniya wan kesên ku ji rêzê ne, nezan in, nefsa xwe nasnakin, negihîştî ne, bêaqil û ehmeq in; ferq nake ku eger terkedinyayî û sofî û feqî jî bin ew cahil in, nexwendî û nezan in, bêyî rênîşander û rehber in Ji bêçaretî ew dibin evînfiroş, diravên xwe bi rindiya winda didin . Hin diravên xwe bi jiyana vê dinyayê didin, li koşk û serayan serf dikin. Evên wiha dibin zîyankar û ji zewqa dîtina îlahî bêpar dimînin14.

Ahmedê Xanî, evîna li pey rindiya maddî bi her awayî bêqîmet nake, heke evîneka wilo ji ya rindiya manewî bêpar be û jê dûrketî be li ber çavê wî bêqîmet e û evînek e ku li pey qalibê vala ye. Lê eger evîna li pey rindiya maddî bi ya rindiya manewî û îlahî xemilandî be, dawiya xwe bi wê derê ve girê dabe, ew evîneka xweş û rûmetbilind e. Gava ew evîneka wiha derdixe meydanê û dipesinîne, her wiha wekî çawa li ser wê evîna îlahî diricife, li ser vê evîna navbera du însanan jî diricife, bi dîqet e, leke lê naxe, bi hostatiyeka mahir wê dineqişîne. Di vir de pir realîst e, hemî xweşî û zewqên vê evîna maddî derdixe meydanê. Li gorî wî, ya tebîî ew e ku evîneka welê di nabera du cinsên newekhev ên însanan de; di navbera jin û mêran de bê hûnandin. Gava Sitî û Zîn roja Newrozê derdikevin sûkê û rastî du însanan tên ku cilên keçikan li wan in û ew dibin aşiqên wan, gustîlên xwe bi wan diguherînin û tên malê meselê ji dayîna xwe re dibêjin, Dayîn qebûl nake ku evên wan dilê xwe xistibe wan, keç bin. Dibêje ev ne tebîî ye, hûn keç in divê cinsê kura meyla we ber bi xwe de kêşabe. Dayîn bi vî awayî xîtabî her du keçan dike:Ew awayê ku we dîtiye bêmane û tewş e, nabe ku meyla we bi qismê jinan ve hatibe kêşan. Helbet ya tabîî ew e ku meyla însanan tê kêşandin ber bi însanan de, lê ji bo keçan divê ev însan kur bin15.

Ahmedê Xanî di têkiliyên du însanên evîndar de, erê guh dide şerîeta li ser têkiliyên navbera jin û mêran û adet û teqalîdên civakê, lê tu caran nayne ber wê yekê ku ev, rê li ber evîndariyê bigrin. Evîndarî van tiştan binpê nake û navêje aliyekî, lê çi bi tawîz be, çi bi xweşbînîya meyl bi evîndariyê be, ew tim riyekê ji xwe re dibîne. Gava roja nêçîrê Mîr bi mîr, beg, maiyet û tabi’ ên xwe ve diçe nêçîrê, Ahmedê Xanî vê yekê dike firset ku Mem û Zîn karibin hevdû bibînin. Ew Zînê derdixe nav baxçe, bi agirê evînê û bi hêviya hatina Memê disojînê. A curetkartir, Memê radike, dişîne nav baxçeyê Mîr ku di esil de gunehkariyeke mezin e. Lê ji ber evîna rastîn a Memê li hember Zînê, Ahmedê Xanî vê “zeafê” efû dike, bi xweşbînî li vê “tecawuz”a ber bi harema Mîrî dinêre. Çimkî Mem aşiq e:

Ew ê ku ji weqariyê wekî çiyayekî berz û wekî behrekê bi wezn û pîvan bû, evînê welê lê kiribû ku dîn û sivik bûbû. Memêyê nexweş û bêhal zeafê ew zêde binpê kiribû. Roja ku xelk ji bajêr derketin, sewdaya xeyala Zînê jî li serê wî da. Ew nexweşê ku j derdê evînê serxweş bû, beyî gihîştina merezê, gihîşte buhranê, di qelbê wî yê xemgîn de bû qelqeleyek, îdî nedişiya di xanî de bimîne. Ji bêçareyî ew ji xanî derket, fikra di serî de bû Xizir û da pêşiya wî. Ew Xizir esasî şewk û hewesa dil bû ku ew jî esas ji evîna dil bû.Dilê wî serî lê hilda û îsyan kir, ew kêşa kêşa û bir ber baxê Mîr?.

Ahmedê Xanî bi helalîya dînî û ma’newî welê pêşde diçe ku evîndariya navbera du însanan dibe digihîne yarî û leystikên hezkirin û hevduxwestina navbera du cinsan û van yarî û leystikan gav bi gav bi hunermendî û şairiyek hosta digihîne erotîzmeka estetîk.

Gava ew behsa erotîzmê dike mustehceniya ku em di serê xwe de çê dikin, ew eyba ku em li ba xwe ava dikin, li cem wî nîne. Ew bi hemî hunermendiya xwe ya şairî û zimanzanî, bi hemî eşkeretiya xwe, teswîra hezkirin û munasebetên navbera her du cinsan dike.

Lê tiştek li ba Ahmedê Xanî gellek diyar e. Ew di van teswîrên xwe de, cih nade wan têkiliyên ku dîn gunehkarî û zîna dihesibîne.

Ew di Mem û Zina xwe de Tacdîn û Memê li hev mahr dike, wan dike jin û mêrên bi her awayî li hev helal û piştre di teswîra şeva wan a ewilî de yek bi yek cih dide hemû munasebetên cinsî, bi teswîra erotîzmeka hunerbilind.

Lê di têkiliyên Memê û Zînê de ji ber ku ew li hev ne mahrkirî ne, tenê evîndarên hev û din ên dilsohtî ne, leystikên wan ên avîndarî, hezkirina wan tu carî danaxe binya kemerê. Eşkere kemerê li wan dike hudûd û binya wê qedexe lê seriya wê jî bi her awayî serbest dike.

Niha em van herdu rewşan ji Mem û Zînê, ji qelema Ahmedê Xanî bidin. Li ser hevdudîtina Tacdîn û Stiyê ya piştî mahrbirîn û dawetê:Bi alîkariya tercuma Mehemed Emîn Bozarslan a 1968`an (Mem û zîn; Ehmedê Xanî çeviren M. Emin Bozarslan; Hasat Yayinlari, 1990 ­stanbul) û tefsîrkirina bi Kurdiya xwerû ya 1995’an(Mem û Zîn, Ahmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan Uppsala, 1995) wergera şair Hejar Mukriyanî û şîrovekirina Emînê Osman a di 1990’an de ji bo Mem û Zînê kiriye(Eminê Osman: Mem û Zîn Ehmedê Xanî Şîrovekirin û vekolîna Emînê Osman, Bexdad, 1990) meriv dikare wan manzerên ku wî teswîr kirine bi vî awayî bike nesir:

Tacdîn bi toreyî bi jor ket çû ba Sitiya li pişt perdê. Sitî rabû û bi naz pêş ve çû. Dehmenêd wê( dawêd wê) li erdê dixişiyan. Kezî û zulfên xwe wekî tacekê li ser hev hûnandibûn, destên xwe vekiribûn wekî du perr û basikan. Dêmên Stiyê yên wekî Beytul Aqsayê diyar dibûn û qendîla felekê bi wê ronahî dida.

Ew zavayê evîndar ê ku ji şeraba derdê hîcrana duhî serxweş bûyî, evîndarê hesretkêşîya şeraba gîhaştina yarê, wekî adetê çû oda bûkê, destê xwe dirêjî gerdena bûkê kir. Gerden wekî gewriya surahiyekê bû. Lêvêd xwe avêtin lêvên wê surahiyê yên şêrîn, herduyan pêk ve hevdû mêt. Zavayî serxweş lêv ji lêva vekirin û ruyê xwe bire ber û bin guhan û hilmirîsîn, gul û sorgulên têrav bîhn kirin;geh nêrgiz û lale, geh sorgul( yanî kezî, rû û hinarîk) reyhan û binefş û sunbul…

Têkilhev dibûn û hevdû hembêz dikirin, geh radimûsan û geh digestin. Hinarîk û eniyên cewherîn û didanên ku sipî bûn; hemî guherîn bûn la’l û mercan( ku her du jî sor in) yanî enî û hinarîk û didan di xwînê de gevizîn, rengê sor ê la’l û mircanê wergirtin. Derya hezkirinê ew hinde coşandin, dest di gerdena hevdû de alandin, lêv di levan de, hembêz bi hembêz man.

Šdî nedişiyan li ser piyêd xwe rawestin. Bi hev re noqî ser nivîna bûn. Neşiyan rûnin xwarê, her du pêk ve gêr bûn û hevdû gevizandin. Gava ji şûşbûnê carek din rabûn, têr bi hev şa bûn. Ramûsanên şekirîn ji lêvên hev revandin. Gulên sor ji hinarîkên hev çinîn.

Gava zewicîn û dil bi hev girêdan, şerbeta gul û qendê ji bo xwe tevdan. Sê roj û şevan li pey hev, ji dil vexwarin ew şerab. Wan lêvên tihnî, şerbeta wê şeraba zelal vexwar, ku bi wê nebûn tihnşikestî, keyfa neşeya ku şerabê( yanî ramûsanan) dayî ew gihandin heddê dawîn ê izdiraban. Bûka çehre safî, bejn şefaf, dil bi zîfafê kir û bi wir de meyl kir. Her du serxweşan dest avêtin hevdû. Bu kefteleftek û ketin erdê. Geh li hev piçikîn û geh ji hevbûn, geh pêkve ricifîn û geh hejiyan, geh ew yek bûn, geh dudu, geh ew cot bun, geh tek. Gava ku tîra sipî ya ji didanê fîlî berê xwe da hedefê hedef wekî zelaliya sedefê gewr bû. Hedefê ku ji tîran îsabet girt, ew gewrayî bi mercanên sor guherî yanî ku hedef di xwînê de ma. Tîr paşde vegeriya ji wê de, lê şopa xwe lê bicîh kir Nesla xwe bi dil û can da wê17.

Li nav bexçê Mîr Zeyneddîn hevdudîtina Mem û Zînê û şabûna wan bi hev jî kêm zêde bi vî awayî tê pesinandin:

Ew çende bi hev re axiftin û ew çende bi hev şewitîn ku, ew çende gotinên şêrîn bo hev gotin û lêvêd hev mêtin ku, ew çende şerbet ji lêvên hev vexwarin,ew çende yariyên bêguneh bi hevdû kirin ku, çavan, lêvan, sîngan, gerden û milan, rûyan, çeneyan, pêsîran, binguhan, ewende yek bi yek jihev dixwestin ku, geh radimûsan û geh digestin. Ew tihniyên lêv ziwayên bi hesreta hevdû, gerdanên hevdû bihn dikirin ……………. Agirê evînê awir dida, ji bo Zînê perwa nedima. Ew her du di wî halî de li ber çavan bûn, bê perde, bê çar û servekirî bûn …………….. Hergav qeza û sunnet dikirin, yanî heyfa demên hevdû nedîtî jî hiltanîn. Tu minneta ferzên ku ji ramûsanan pêk dihatin nebû. Ger çî berpirsiyarî ji ser wan rabûbû li îhtiyat û tedbîrê ji dest bernedidan. Ger çî wan hêvî ji hev hebû, lê qet ber bi wî nişûvî(serejêrî) ve nediçûn. Evîndariya dilan her çendî ji heddê der bû jî hidûdê wan zerafetan kember bû18.

Jêrenotên tekstê:
1Ey mustemi’ê mesal û teswîl
Wey muctehidê qiyas û te’wîl

Xanî ku ji camê işqê dîn bû
ew şoreşerab-i pê şîrîn bû

ew çend-î vexwar ewê nehişyar
agahî nema ewî ji guftar

Mestane ye ew bi kêfê me’mûr
Dîwane ye ew, bi urfê mazûr

Mexmûr e û badenoş û serxweş
Lew badefiroş e û muşewweş

Herçî ku dibêjitin hewa ye
Ger guh bidinê, newayê nay e

Ew ney ne helal û ne heram e
Bêperde ye lê ne bêmeqam e

Kurdî, Erebî, Derî û Tazî
terkîb-i kirin bi hezl û bazî

Hindek ji fesaneê di Bohtan
Hindek di bahane, hin di buhtan

Bohtî û Mihemmedî û Silîvî
hin lal û hinek ji zêr û zîvî

Xermuhre û morik û mirarî
hindek di şefaf û hin di tarî

tersî’i kirin wekî biçûkan
înane bi qeyserî û sûkan

Hin qisse û hin ji wan mîsal in
Hindek di heram û hin helal in

Her qisse ji hîsse behremend in
Her emsîle, ger bizanî, pend in

Lêkin wî xerez ji guft û goyê
Meqsûd-i ji hinde cust û coyê

zahirkirina cemala işq e
sabitkirina kemalê işq e

2Di beşekî de Zîn xîtabî Mîr dike û wiha dibêje:
Hetta ku nebû ji dev te îqrar
ew mayî di hebsê ten girîftar

teşbîhê Memê melûl û mehbûs
bo hivzê riza û nav û namûs

ew lew nediçû heta ve îro
mabû li jivaniya te gîro

3Rabe here zû, bibêje Tacdîn
Ger dê te Sitî bivê, Memê Zîn

Mizgîn ji we ra, me hûn qebûl în
Em jî ji we zêdetir me’lûl în

Işqa we celew ji me rewa ye
Mani’ li me perda h’eya ye

Ew perde ji bo we ra edîm e
Bêperdeyî bo we ra qedîm e

Xwazgîn û wesaît û wesîle
Her çî ku ji ba we bên cemîl e

Ev renge bibêje wan hebîban
Mecmûê mewalî yû xetîban

Hindek ji we ra bibin ricaçî
Hindek ji me ra bibin duaçî

Belkî kiribît Xwedê muqedder
Wesla me û we bibît muyesser

4Danayê muemmerê kuhensal
ev renge he go jibo me ehwal

Go: Adetê pêşiyê zemanan
ev bû li hemî cîh û mekanan:

Weqtê weku şehsiwarê Xawer
tehwîl dikir di mahê Azer

yanî ku dihate bircê Sersal
qet kes nedima di mesken û mal

Bîlcumle diçûne der ji malan
hetta digihîşte pîr û kalan

Roja ku dibûye îdê Newroz
tazîm-i ji bo dema dilefroz

sehra û çemen dikirne mesken
beyda û demen dikirne gulşen

Xasma ezeb û keçê di bakir
Elqisse, cewahirê di nadir

têkda di muzeyyen û mulebbes
vêkra li teferrucê murexes

Lêkin ne bi tuhmet û bi minnet
Belkî bi terîqê şer’ û sunnet

Lewra ku ewan xerez ji geştê
meqsûd ji çûyina bi deştê

Ew bû ku, çi talib û çi metlûb
yanî du teref, muhibb û mehbûb

ev herdu celeb ku hev bibînin
kufwê di xwe ew ji bo xwe bînin

5Rabûneve xanim û xewatîn
wanjî tijî gul kirin besatîn

Horan kirine meskenê xwe cennet
bê perde û bê melal û minnet

Dûşîze û duxter û ruwalan
pakîzeîzar û zulf û xalan

etrab û kewaibê di ezra
murdan û murahiqê di zîba

eshabê qumaşê lutfê ruxsar
erbabê metaê husnê dîdar

wan lêk dikirin metaê yek erz
texmîn dikirin bi tûlê wel-erz

Sewdakirê işqê bûn di bazar
Hem bayiê husn bûn û hem xerîdar

6Dîtin di mehelle û zikakan
her kuçe û xurfe û şibakan

sed taze ciwan ji rengê serwan
dîba û herîr û xez di ber wan

pansed ji keç û kur û ruwalan
ew çende ji qismê pîr û kalan

enwaê muzekker û muennes
hindek di berehne, hin mulebbes

hindek di ealî û ekabîr
hindek di edanî û esaxîr

pêxwas-i hinek, hinek di serkol
kaşo ji piyan û ser wekî hol

sermest-i hinek, hinek di serxweş
dembeste hinek, hinek di demkeş

goyende hinek, hinek di xamûş
pûyende hinek, hinek di medhûş

hin camederîde, hin di serxweş
hin aqleremîde, hin muşewweş

hindan dikirin fîxan û feryad
hin bûyî ji qeydê aq’lî azad

her yek di meqamekî dîgergûn
heryek bi cefayekî cegerxûn

7Şehrî, ji muzekker û muennes
fîlcumle muzeyyen û mulebbes

teşbîhê bi behrê pitewmewwuc
cunbuş dikirin, xerez teferruc

8Her bengî û serxweşê di Bohtab
têk hatine çerx û baz û lotan

Bêrîte, sema û saz û govend
şîrîn û şekerleb û şekerxend

ezra û ruwwal û bikr û murdan
hor û melek û perî û wîldan

gulpîrehen û semenqebayan
şekerdehennan û qendexayan

zêrînkemeran û keckulahan
tal’et qemran û xetsiyahan

sîmînbeden û semen’îzaran
sêvînzeqen û memikhinaran

ev muyamiyan û maregêsû
ev çarîdesale, çareebrû

murdan û murahiq û mucerred
lawê wekû xet wekî zumerred

xweçdeng-i hinek, hinek di xweşreng
hin cergebazî û hin dîger leng

bîlcumle li rexmê vê ecûzê
yanî li xîlafî piştekûzê

kêjê di sivik, kurê di lawîn
manendê Benat û mîslê Perwîn

hin daîrebend û hin dewwar
hin sîlsîlebend û hin di seyyar

Encumsiffet, encumen, firûzan
heft şev di temam û heft rûzan

bezma Sitîyê û cemê Tacdîn
gêrran bi vî rengî zîb û tezyîn

9Hindî ku di şehrî ademî bûn
têkda di lîbasê matemî bûn

Hindî ku hebûn di şehrî meşhûr
xatûn û muxaderat û mestûr

gêsûvekirî, bi tayê terpoş
ser ta bi qedem hemî siyehpoş

bême’cer û burqe’ û serendaz
reşgirtî ji bo Memê bi dilxwaz

Neyyhe û mîhreban û Dayîn
goyende bi nale, şubhê goyîn

10Fecrê ku numaye wan elamet
rabû di wî şehrî da qiyamet

Mêran vekirin uqqab û bazî
Şêran dibirin piling û tazî

Derrende û adem û behaîm
ferdek qe nema di şehrî qîm

deam û ded û ademî û heywan
tifl û sebî, aşvan û rezvan

elqisse, qebîleya rîcalan
fîlcumle kesek nema di malan

Bû heşregehek li seydegahan
Şefqet nekirin li bêgunahan

11Xizan û geda we bûne mun’em
muflis bûye zenperest û mulxem

12Bozarslan, M. Emîn; ´Roja ku di tarîtiyê de hilat; Ahmedê Xanî”, Mem û Zîn, Ahmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan Uppsala, 1995.

13Ger şêx in û ger mela û mîr in
derwêş û xenî û ger feqîr in

kes nîne ne talibê cemalê
kes nîne ne raxibê wîsalê

Hin raxibê husnê layezal in
Hin talibê qalibê betal in

Lêkîn hemîyan yek e yeqîn dost
ferqa ku heye ji mexzê ta post

14Işq ayîneyê Xwedanuma ye
Xurşîd-i sifet xwedanziya ye

Xafil mebe, ji işqê fîlheqîqe
ey rehrewê eqrebuterîqe

xweş cewher e, cinsê kîmîya ye
Qedrê wê bizan, giranbuha ye.

Teb’ê wekû sifr û bêcela ne
qelbê we ku qelp û ya qela ne

ew cewher e wan diket mutella
ew seyqel e wan diket mucella

Herçî ku kesek biket îrade
ya işq murîd e ya mirad e

Ayîneyê eks ê bêmîsal e
gencîneê sirr ê bêzewal e

Kes nîne ji işqê bêeser bit
mumkin ku ji zewqê bê xeber bit

Her kes bi qiyasê hîmmeta xwe
dê serf biket îradeta xwe

Lê ekserê a’miyan nezan in
ya zahid û sofî û feqîh in

ew cahil û ummî û sefîl in
bêmurşîd û rehber û delîl in

Naçar dibin li işqê bayi’
neqdê xwe didin bi husnê zayi’

Hin serf dikin bi eyşê dunya
hin pê dikirin serayê uqba

Ew her du celeb dibin zîyankar
mehrîm dibin ji zewqê dîdar

15Şeklê ku we dîtî, bêmeal e
Meyla we bi qismê jin muhal e

Meyla beşerî beşer divêtin
Emma we keçan puser divêtin

16Ew kûhê weqar û behrê mewzûn
& SHY;şqê kiribû xefîf û mecnûn

Yanî ku Memê merîzê bedhal
Zaafê kiribû ziyade pamal

Roja ku ji şehrî qel bi derket
Sewdaya xeyala Zîn bi serket

Bimarî bi derdê işqê sekran
Bê nezce merez gihîşte buhran

Bû qelqeleyek di qelbê xemgîn
Esla nedibû di xanî teskîn

Naçarî ji xanî ew bi derket
Ew daîye xizir bû bi ber ket

Ew Xizir çi bû teşşewuqa dil
Ew şewq çi bû teeşuqa dil

Qelbê wî digel wî buye baxî
Kêşan û kêşan gîhande baxî

17Zava bi edeb ku çû ji der dan
Şem’a ku li pişt hîcab û perdan

Rabû ku ji pêş ve çû xeraman
Kêşa li zemîn bi naz daman

Zilfêd xwe kirine paye endaz
Destêd xwe kirine ferqê perdaz

Dêma ku bi nûr Beytu’l Eqsa
Qendîlê felek bi wê teîsa

Mexmûrê x’ebûq derdê hîcran
Miştaqê sebûh weslê canan

Ji ewwel ve li adetê mibahî
Destê xwe dirêj kire surahî

Noşî ji surahiya şekerleb
Noşîn qedehek ji mey lebaleb

Mexmûrî ku defi’ kir meya nab
Bihn kir gul û sunbulêd têrab

Geh nêrgiz û lale gahî sorgul
Reyhan û binefş e gahî sunbul

Têk têkvedidan û têk dibestin
Hin bûse didan û hin digestin

Ew çende bi yek ve radimûsan
Newbet nedidane hev li bûsan

Elmas û guher cebîn û dindan
Tebdîl bûyin ni la’l û mercan

Deryayê mehebetê we kir coş
Dest gerden û leb bi leb hem ax’ûş

Medhoş bûyin bi wê mudamê
Bêheş we ketin ji ser qiyamê
Qadir nedibûn biken quûdê
Gêr bûn bi yek ve bo sicûdê

Tekrar ji secdeyê ku rabûn
Ew çend bi yek ve herdu şa bûn

Şekir ji lebêd yek revandin
Sorgul ji rûxêd yek civandin

Terkîb kirin ji bo xwe qulqend
Tezwîc ku bûn bi yek ve dilbend

Sê roj û şevan bi dil peyapey
Wan teşneleban vexwarin ew mey

Mustesqiyêd şerbeta meya nab
Axir ku nebûn bi şurbê sêrab

Keyfiyeta neşeya şerabê
Kêşane kemal istirabê

Safî ziqen û beden şefafê
Kir meyl û mihbeta zîfafê

Sermest bi dest têk heristin
Bû kelte û gelc û daheristin

Dem lêk piçiyan û dem cuda bûn
Geh têkhejiyan û geh diba bûn

Dem ew dudu bûn û gah yekbûn
Geh cot û bi yek ve gah tek bûn

Tîra ku ji acê berhedef bû
Amac bi sefweta sedef bû

Amac ku bû mehelê peykan
Durdane bedel kirin bimercan

Nebl hateve nesil ma di wê da
Nesla xwe ji can û dil bi wê da

18Ew çende kelam pêk ve gotin
Ewçende ji pêşe yekve sotin

Ew çende şekir bi yek ve rêtin
Ew çende lebêd yek mêtin

Ew çende qedeh bi yek ve xwarin
Ew çende qeza ji nû bijarin

Çeşm û leb ûsîne, gerden û doş
Ruxsar û xiqen û binagoş

Yek yêkê bi dil ji yek dixwestin
Hin bûse didan û hin digestin

Ew teşnelebêd ji weslê yek têhn
Gerden dikirin li êk û dû bêhn

…………..
Geh geş dibû agirê evînê
Perwa nedima ji boyî Zînê

Herdu di wî halî da eyanî
Bê perdesera û bê nuwanî

………………
Herdem dikirin qeza û sunnet
Ferza ku bûse ne çi minnet

Her çendî ref’i bûn tekellif
Lêkin evişandibûn teserrif

Ew gerçî hebûn ji hev bi hêvî
Emma nediçûn qe wî nişîvî

hubba di dilan ji heddê der bû
Serheddê zerafetan kemer bû

https://muradciwan.com/

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin