Li Amûdê xwepêşandanek li dijî birina zarokan bo leşkeriyê hate kirin

Li Amûdê xwepêşandanek li dijî birina zarokan bo leşkeriyê hate kirin

.

A+A-

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî birina zarokan ji bo leşkeriyê hate li darxisti û di xwepêşandanê de daxwaza vegerandina zarokan hate kirin.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê 3 malbatên ku  dibêjin Ciwanên Şoreşger zarokên wan birine, li ber deriyê avahiya Desteya Navxwe û Desteya Ciwanan, xwepêşandan encam dan.

Di xwepêşandanê de dayîkên zarokan daxwaza vegera keçên xwe kirin.

Jji xwepêşanderan 2 kes derbasî cem Desteya Ciwanan bûn û daxwazên xwe pêşkêşî wan kirin, ji aliyê xwe ve Desteya Ciwanan ji wan re got ku ew dê rewşa zarokên wan bişopînin.

Şeva borî Keça 15 salî ya bi navê Eyane Idrîs ji bo malbatê wê hatiye vegerandin.

Berî çend rojan bavê wê bi rêya Rûdawê bang li berpirsên Rêveberiya Xweser kiribû ku keça wî vegerînin.

Metika yek ji wan keçan ji Rûdawê re got, yek ji keçên ku hatiye birin ji bo malbatê wê hatiye vegerandin û ew daxwaz dikin ku herdu keçên din jî bên vegerandin.

Metika yek ji keçên wenda Şemis Enter got: “Sê zarok bûn, me îro bihîst yek ji wan şevê din vegeryaye. Her ji roja ewil ve dayîka hersê keçan bi aliyê peywendîdar re hevdîtin kirine, lê ji wan re her gotien sibe û dusibe, lê hefteyek derbas bû. Îro jî em derbas bûn, lê gotin em dê bişopînin.”

Şemis Enter herwiha got: “Ez dixwazim ji aqilmendên vê rêveberiyê bibêjim, we berê Kurdan daye ku derê, me dibihîst li Efrînê ev tişt dibûn, lê ew dijmin in û dijminayetî bê minetî ye. Yek ji wan zarokan bavê wê di perwerdehiyê de ye, apê wê şehîd e, dayika wê xizmeta we dike û birayê wê di 12 saliya xwe de tevlî we bû. Hûn çawa vê keçê dibin...”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin