Li Amerîkayê fîlma Hogir Hirorî wek belgefîlma herî baş xelat girt

Li Amerîkayê fîlma Hogir Hirorî wek belgefîlma herî baş xelat girt

.

A+A-

Rûpela Nû/Swêd

Belgefîlma Derhêner Hogir Hirorî ya "Sabaya", di Festîvala Fîlm a Sundance li Park City, Utahê, herêma Dewleta Amerîka Yekbûyî, wek belgefîlma herî baş xelat girt.

Film li ser tekoşîna rizgarkirina jinên Êzîdî di bin koletiya destên DAÎŞê de ye.

Fîlma "Sabaya" ya sêyemîn beşa sêgoşeya/ trîlogî ya ku Hogir Hirori encamên şerê hovane yên li Kurdistanê nîşan dide, ye.

Hirorî ji bo xelat girtinê weha dibê: "Ev xelat ji bo min û tevaya karmendê fîlimê pir girîng e, lê em dixwazin vê xelatê ji bo hemû keç û jinên Êzidî yên ku bûne qurbana hovîtiya DAÎŞê û ji bo Navenda Mala Êzidiya ku hewildanên wan ên mezin û girîng çêbûne, îthafî wan bikin. Ew lehengên rastîn in."

Derhêner Hogir Hirori, ji Kurdistana Başûr e. Di sala 1999an de wek penaber hatiye Swêdê. Hogir Hirorî, li ser Sînemaya belgefîlm gelek xebatê hêja kiriye.

Heta niha 3ê belgefîlm/ trîlogîyan de rewşa zehmetkêşiya kurdan, taybet  belengaziya kurdên Êzîdîyan radixîne ber çavan.  Hirorî di beşê belgefîlman de karên serkeftî tomar kiriye. Xeynê 3ê belgefîlmê Hirorî, filmên dokumenter yên din jî hene.

Victims of IS (2014)/Qurbanên DAÎŞê. Raporta sosret di nav kaosê de diherike, jiyana ji hev perçebûyinê û kirîza penaberan a tirsê eşkere dike.

The Girl Who Saved My Life. (2016). "Keça Ku Jiyana Min Xilas Kir" Hirorî, belgefîlm de wêneyên jin, zarok û malbatên ku jiyana wan bi terora Dewleta Îslamî ve wêran bûye, nîşan dide.

Fîlimê wî yê "The deminer"/ "Mayin" di 2018î de ji hêla Enstîtuya Sînema Swêd de bi "Guldbaggen"   xeleta zêrî ve namzet hatiye nîşandan. Ev fîlm 2018an de ket vîzyona sînemaya Swêdê. Film, li zêdeyî 50 festîvalên navneteweyî yên cîhanê de jî hatiye pêşandan.

"The deminer" li IDFA (International Documentary Film Festival Amsterdam" Xelata Juriya Taybet stend.

Filmografî ya Hogir Hirûrî:

* Victims of IS (2014)

*The Girl Who Saved My Life. (2016)

* The Terrifying Sabaya, (2021)

* The following year The Deminer (2018)

da.jpgv.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin