Li Amerîkayê balefira F-35 ket

Li Amerîkayê balefira F-35 ket

Balefira şer a cureya F-35 a ser bi hêzên esmanî ya Amerîkayê li Floridayê ket.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya ji binkeyê hêzên esmanî ya Eglin a Floridayê hatîye kirin, balefira F-35 a ser bi fîloya 58ê, di dema firîneke rutin de, li gor demjimêra herêmî 21:30ê de dema xwe dakeve ketîye xwarê.

Hat ragehandin balefirvanê wê balefira ketîye xwar, bi rêya firandina kursîyê ve ji bûyerê rizgarbûye û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn destpê kirîye.

Heftîya borî jî li heman binkeyî balefira F-22 ya Raptor a şer piştî rabûnê demekî kurt ketibû xwarê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin