Li Amerîka hejmara mirîyên Koronayê nêzîkî 92 hezarî bû

Li Amerîka hejmara mirîyên Koronayê nêzîkî 92 hezarî bû

Li Amerîka zêdetirî 1200 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 28 hezar jî pê ketin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Amerîka, di nav 24 saetên borî de hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê mirine, gihîşt 91 hezar û 981 kesan.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de nêzîkî 28 hezar kesên din li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û hejmara berkeftîyan gihîştîye milyonek û 555 hezar û 294 kesan.

Ji wan kesên ku bi Koronayê ketine, 356 hezar û 383 nexweş baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin