Li Amedê li ser erd li hev dan: 3 mirî!

Li Amedê li ser erd li hev dan: 3 mirî!

Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê li ser erd û zevîyan di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket, di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Şeva borî li taxa Fatîh ya bajarokê Çinar yê parêzgeha Dîyarbekirê di navbera du malbatan de li ser erd û zevîyan şer derket.

Li gorî medyaya Tirkîyê, di wî şerî de 3 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn ku birîna du kesan giran e.

Li ser agahdarkirina alîyên peywendîdar tîmên tendirûstîyê çûn cihê rûdan. Li alîyê din otomobîla ku birîndar hilgirtibûn di rê de wergerîya. Birîndarên herdû rûdanan bi ambûlansan birin nexweşxaneya Çinarê.

Taxa ku şer lê qewimîbû, ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hat dorpêçkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin