Li Amedê Aram Tigran hat bibîranîn

Li Amedê Aram Tigran hat bibîranîn

Hunermend Aram Tigran di salvegera 10an koça wî ya dawî de li Amedê bi stranên wî hat bîranîn di rewresmê de hate gotin ku Aram Tigrran nirxekî Kurd bû.

A+A-

Hunermend Aram Tigran di salvegera 10an koça wî ya dawî de  li Amedê bi stranên wî hat bîranîn di rewresmê de hate gotin ku Aram Tigrran nirxekî Kurd bû.

 

Rewresma bîranîna Aram Tigran ji aliyê Navenda Çandê ya Laleşê ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat sazkirin.

 

Di konserê de hunermendên herêmî  stranên Aram Tigran gotin û xelkê Amedê eleqeyeke mezin ji bo stranên Aram Tigran nîşan dan.

 

Derbarê Aram Tigran de Serokê Daîreya Karûbarê Çandî yê Şaredariya Amedê Yavuz  Akkuzu ji Rûdawê re got: "Dengeke efsûnî bû û dikete rihê mirov, ew her çend Ermenbû lê rihê Kurdan zevt kir bi rastî serkeftina herî mezin ev e, Aram herwisa evîndarekî bajarê Amedê bû û îro Amediyan ew li vê derê ji bîr nekirin ew dê tu carî qedrê xwe di dilê me kêm neke."

 

Aram Tigran bi binemaliya xwe Ermenê Sasonê ya Bakurê Kurdistanê bû û di sala 1966 an de çû Hayestanê û 18 sal di Radyoya Erîvanê de kar kir.

 

Pêşkêşvanê bernameyê şanoger Kemal Ulusoy jî got: " Wî di stranê xwe de behsa penaberî, welat û eviniyê dikir. Herwisa rihê wî Kurdewar bû û zimanê wî zimaneke sivik û vekirî bû ti straneke wî ya ku min fêhm nedikir nîne"

 

Bulent Uçaman jî anî ziman: "Aram mîrateyeke mezin ji bo me hêşt û emê lê xwedî derkevin"

 

Emîne Kizil jî dibêje: " Em hatin ji bo bîranîna mamoste lê di salonê de me cîh nedît û em li derva man; ji ber ku gelek xelk hatine vê derê"

 

Aram Tigran Di 8ê Tebaxa 2009 an de li Yûnanîstanê koça dawî kir  tirba wî li Belçîkayê ye. Aram Dîkran Di sala 1934 an de li Qamişloyê hatibû dinê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin